Nasnameyên 8 kesên li Hezexê hatin qetilkirin eşkere bûn
Ji cenazeyên ku li Hezexê di êrîşên hêzên dewleta Tirk de hatin qetilkirin û ji bo karên otopsiyê şandin Mêrdînê, tespîta nasnameya 8’an pêk hat.
Ji cenazeyên ku li Hezexê di êrîşên hêzên dewleta Tirk de hatin qetilkirin û ji bo karên otopsiyê şandin Mêrdînê, tespîta nasnameya 8’an pêk hat.
Ji cenazeyên ku li navçeya Hezexê ya Şirnexê di êrîşên hêzên dewleta Tirk de hatin qetilkirin û ji bo karên otopsiyê şandin Mêrdînê, tespîta nasnameya 8’an pêk hat.
Navên kesên ku nasnameyên wan hatin eşkerekirin wiha ne:
Gûrbet Bîlîr (18), Mehmet Akîf Çakici (30), Turkiye Konak (35), Halîl Ariturk (40), Kader Çakar (18), Huseyin Dayan (17), Îdrîs Eltîmûr (23) û Huseyîn Baran (19).
Piştî kar û barên fermî, cenazeyên ji bo defnkirinê radestî malbatan hatin kirin ber bi warên wan hatin oxirkirin.
Cenazeyê Bîlîr li Bismilê, cenazeyên Çakici û Ariturk li Êlihê, cenazeyê Konak li Nisêbînê, cenazeyê Çakar li Hezexê, cenazeyê Dayan li Sêrtê, cenazeyê Eltîmûr li bajarokê Findikli yê Basanê û cenazeyê Baran jî li Kerboranê wê bê defnkirin.
Her wiha hate hînbûn ku li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê 17 cenaze hê jî li benda teşxîskirinê tên rawestandin.