3 taxên Geverê bi hawanan tên bombekirin
Li Geverê, tabûra efeler topên hawanê davêje taxên Orman, Gungor û Cûmhûriyetê.
Li Geverê, tabûra efeler topên hawanê davêje taxên Orman, Gungor û Cûmhûriyetê.
Li navçeya Colemêrg Geverê, tabûra efeler a ku navenda tîmên taybet ên jendermeyan e, topên hawanê davêje taxên Orman, Gungor û Cûmhûriyetê. Topabarana bi hawanan a ku serê sibehê saet di 09:30'an de destpê kir hînê dewam dike. Ji taxan dengê teqînan tê. Li aliyê din helîkopter jî li ser navçeyê digerin.