Kantonên Rojava bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê aktivîte li dar xistin. Di aktivîteyê de piştgiriya berxwedana xwerêveberiya Bakurê Kurdistanê hat kirin û YPS-Jin hat silavkirin.
KOBANÊ
Li kantona Kobanê jî Kongreya Starê bi boneya 8'ê Adarê pîroz bikin meşek girseyî pêk anî. Di meşê de jinên navenda Kobanê, jinên rêveberiya xweser, jinên Girê Spî û Sirînê amade bûn. Jinên beşdarî meşê bûn, cilên herêmî li xwe kirin û meşiyan. Endamên Navenda Çandê ya Baqî Xido jî bi enstrumanên xwe tevlî meşê bûn. Meşa ji Qada Azadiyê destpê kir, bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Bi berxwedana Jina kurd Kobanê bû Sembola Azadiya Cîhanê", “Berxwedana Bakurê Kurdistanê silav dikin, tundî û êrîşên AKP'ê şermezar dikin" û “Em 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin" vekirin.
Meş wê li taxa Şehîd Ebdo bi dawî bibe. Piştî meşê wê mîtîngê pêk bînin.
DIRBÊSIYÊ
Li Kantona Kobanê jî ji 7 bajaran bi hezaran jin li hev kom bûn û bi cilên xwe yên rengîn li Dirbêsiyê kom bibin. Jinên li Dirbêsiyê kom bûn, ber bi Bakurê Kurdistanê ve dest bi meşê kirin. Bi hezaran jinên ji Hesekê, Qamişlo, Amûdê, Til Temir, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Zergan kom bûn, li ser rêya Hesekê ya Dirbêsiyê gihiştin hev.
Jinên ber bi konê rengîn ên ji bo piştgiriya Bakurê Kurdistanê hatine vekirin ve meşiyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinên di têkoşina azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bilind kirin. Jinan di meşê de bê navber silogana “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
QAMIŞLO
Endamên Jinên Konseya Netewî ya Ereb û nûnerên jin ên PYD’ê, bi wesîleya 8’ê Adarê Bîroya Konseya Jinan a Sûriyeya Azad ziyaret kirin. Di ziyaretê de roja 8’ê Adarê li jinên berxwedêr pîroz kir, peyamên têkildarî yekgirtina jinan a li Sûriyeyê anîn ziman.
Wexfa Jinên Azad ên Rojava li Qamişloyê şaxeke nû ya xwe bi awayekî girseyî vekirin.
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif, endamên YPJ û rêxistinên civaka sivîl beşdarî vekirina Wexfa Jinên Azad a Rojava a li Taxa Hilêliyê bûn.
KONFEKSIYONA JINAN HAT VEKIRIN
Endamên jinan ên Şaredariya Girkê Legê, li gundê Kîşkê konfeksiyaneke tenê cil û bergên jinan lê cih digire vekirina wê rastî 8’ê Adarê anîn. Bi dehan jin beşdarî vekirinê bûn.
Şaredariya Amûdê konfeksiyoneke tenê cilê Kurdî lê cih digire vekir.