HPG: Artêşa Tirk kuştiyên xwe yên li Oremarê vedişêre
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku artêşa Tirk derbên giran ên di şerê li Oremarê de xwar û hejmara kuştiyên xwe yên li vê derê vedişêre.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku artêşa Tirk derbên giran ên di şerê li Oremarê de xwar û hejmara kuştiyên xwe yên li vê derê vedişêre.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da zanîn, dewleta Tirk û Erdogan, şerê xwe yê kirêt ê li Kurdistanê li ser bingeha şerê psîkolojîk bi medya şerê taybet dimeşîne û got, "Bi veşartina kuştiyên xwe re hewl dide artêşê serketî nîşan bide û agahiyên şaş dide çapemeniyê."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, medya Tirk hejmara leşkerên Tirk ên di şerê li derdora Qereqola Oremarê de hatin kuştin, vedişêre.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser derbên giran ên di vî şerî de li artêşa Tirk hatine xistin û hat destnîşankirin, ku bi veşartina kuştiyên leşkeran re mîna ku artêş serketî ye agahiyên şaş pêşkêşî çapemeniyê dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin; "Medya şerê kirêt, ji bo şerê ji 4'ê Adarê û pê ve li derdora qereqola Oremarê ya li Geverê qewimî got; hêzên me yên gerîla hewl dan êrîş bikin, lê piştre reviyan. Bi vê yekê re hewl da rastiyan manîpule bike.
Di vê çalakiya hêzên me yên gerîla de, ku ji bo bersiva li komkujiyên li hemberî gelê me yê li Bakur tê kirin hat lidarxistin, mîna ku me duh dan xuyakirin, li gorî tespîtên destpêkê 26 leşker mirin, gelek leşker jî birîndar bûn. Detayên din ên çalakiya li hemberî sê giran bi vî rengî ne:
Leşkerên ku girê 1. (Şehîd Bager) terikandin, li girê 2. derbên giran xwarin. Li girê Şehîd Rahîme bi çavan hatiye dîtin ku 6 leşker mirine. Gerîlayên me al jî di nav de dest danîne ser hemû alavên li vî girî. Li girê 3. (Şehîd Zerdeşt) çalakiya serdegirtinê hatiye kirin û ewilî 2 kon û 2 kozik ji cihekî nêz bi derbên bi bandor hatine îmhakirin. Gerîlayên me yên êrîşî kozika çeka A-4 û kozika alê kirin, ev her du çeper bi temamî îmha kirin. Li van kozikan 3 leşker hatin kuştin. Di çepera destpêkê û li her du konan jî gelek leşker hatine kuştin. Di çalakiya li her sê giran de 26 leşker hatine kuştin. Kuştiyên artêşa Tirk ji vê hejmarê zêdetir e, lê hejmara nehatiye zelalkirin.
Roja 6'ê Adarê qadên Şehîd Zerdeşt, Şehîd Bager, Şehîd Rahîme, Şehîd Afat, Şehîd Gafûr, Şetûnûs, Dola Satê û Dola Bîra bi obus, hawan û katyûşa hatine bombekirin. Her wiha balafirên şer jî bombe li van qadan barandine.
Roja 7'ê Adarê saet di 11:00 de 3 helîkopterên Skorsky bi desteka helîkoptera Kobra re, mirî û birîndarên xwe yên li girê Şehîd Zerdeşt rakirine.
Mîna ku ji detayên çalakiyê jî tê fêmkirin, medya Tirk ji bo veşartina kuştî û birîndarên xwe ketiye nava hewldaneke mezin. Divê were zanîn, ev hewldanên medya şerê kirêt a ji bo veşartina rastiyan, wê bi kêrî tiştekî neyên."