KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji bo Gun TV 10 rojan cezayê tarîkirinê
Desteya Radyo û Televîzyonê, ji ber Ozgur Gun TV bername û girêdanîn zindî yên bi telefonê têkîldarî qetilkirina 3 siyasetmedarên jinên Kurd ên li Silopiyayê hatin qetilkirin kiriye mijar, 10 rojan rawestandina weşanê da. -
Endamê Meclîsa Leşkerî yê YPG’ê Rustem Ekrad jiyana xwe ji dest da
Fermandariya YPG’ê ya Efrînê diyar kir ku endamê meclîsa wan ê leşkerî Cemîl Xelîl (Rustem Ekrad) li Efrînê jiyana xwe ji dest da. -
Hêzên YBŞ/YJŞ’ê “Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo” dan destpêkirin
Hêzên YBŞ/YJŞ’ê ji bo rizgarkirina rojavayê Şengalê “Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo” dan destpêkirin. -
Tung a Wargeha Penaberan wêneyên koçber û jinan çêdike
Adar Tung a di 18 saliya xwe de bi koçkirina malbatê tê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, ev du car in pêşendana wêneyên li ser jinan û penaberan çêdike. -
Gerîlayan li Amed û Êlihê çalakî li dar xistin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Amed û Êlihê çalakî li dar xistin. -
Êrîşa li ser Bendava Tişrîn hat pûçkirin: 10 çete hatin kuştin
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Bendava Tişrîn hat pûçkirin. 10 çete hatin kuştin û 5 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin. -
Li Nisebînê sewqiyata leşkerî
Gelek wesayîtên zirxî sewqî Nisebînê tê kirin û terora dewletê berdewam dike. -
Ji bo şervanê YPG’ê Zuber Akil mewlûd hat dayîn
Ji bo şervanê YPG’ê Zuber Akil ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li Taxa Bahçelîevler a Şirnexê mewlûd hat dayîn. -
Li Bismilê nimêja Înê ya sivîl hat kirin
Li navçeya Amed Bismilê bi hezaran kesî nimêja Înê ya sivîl kirin. -
Li 'jêrzemîna berxwedanê' ya duyemîn a li Cizîrê enqaz tê rakirin
Li duyemîn 'jêrzemîna berxwedanê' ya li Cizîrê, xebatên kolandinê destpê kir. Tê texmînkirin ku di binê xirbeyê avahiyê de cenaze hebin. -
Newroz ê li Êlihê di 20'ê Adarê de were pîrozkirin
Pîrozbahiya Newrozê ya li Êlihê ku wê di 18'ê Adarê de bihata lidarxistin, ji bo 20'ê Adarê hat taloqkirin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran bang li gelê Êlihê kir ku bi ruhê berxwedana gel tevlî Newrozê bibe. -
Şaredariya Sûrê 14 hezar şitlên daran belav dike
Wekî tê zanîn şaredariya Sûra Amedê wekî kevneşopiyekê her meh civîna xwe ya meclisê li taxekê yan jî gundekî navçeya Sûrê bi tevlîbûna xelkên taxan lidar dixe. -
Cizîr bi biryar e: Ya em ê mîna xwe bijîn, ya jî em ê bi rûmetî bimirin
Cizîriyên ji ANF'ê re axivîn gotin, "Ya em ê li ser vê xakê mîna xwe bijîn, ya jî em ê bi rûmetî bimirin." -
Ciwanên Êzidî yên li nava refên gerîla: Em ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşin
Ciwanên Êzidî yên Şengalî yên di nava refên gerîla de cih girtine dan xuyakirin, ku ji bo komkujiyên nû rû nedin û gelê Kurd azad bibe, ew têdikoşin. -
Cenazeyê Geldîsoz ê li Hezexê hat qetilkirin hat veşartin
Cenazeyê Şevkî Geldîsoz ê li Hezexê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, li Misricê hat veşartin. Konca ya HDP'ê di axaftina xwe ya li merasîmê de got, "Ya ku ji vê xakê biçe, wê faşîzma Erdogan be." -
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Tişrînê kirin, şer dewam dike
Çeteyên DAIŞ'ê bi hêza ji Minbic dan hev re êrîşî bendava Tişrînê kirin. Li ser bersiva hêzên QSD'ê şer derket. Şerê li herêmê dewam dike. -
KNK'ê şehîdên komkujiya Qamişloyê bibîr anî
KNK'ê di 12. salvegera komkujiya Qamişloyê de şehîdên Qamişloyê bibîr anî û got, "Berxwedana wan bû hîmê avabûna xweser a îro." -
Mamosteyê berxwedanê: Erdal Tekîn
Yek ji berxwedêrên Sûrê şervanê YPS'ê Erdal Tekîn bû. Mamosteyê cografyayê Tekîn sîstema dewleta Tirk qebûl nekir û li nava refên berxwedana Sûrê, ji bo bîrdoziya jê bawer dikir, li ber xwe da. -
Dayika Cemîle: Em ê bi ser bikevin
Dayika Cemîle ya 80 salî ya li pişt bendan e got, "Ji bo kolandina xendekan û lêkirina bendan em dereng man. Em ê bi ser bikevin." -
Dewletê belavkarê rojnameyê qetil kir û piştre 5 sal 5 meh cezayê girtîgehê lê birî
Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Omer Baran ê li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, bi cezayê girtîgehê yê 5 sal 5 mehan hat cezakirin. -
Li Cizîrê şopên DAIŞ'ê
Li maleke li Cizîrê, ku di dema dagirkerî û qedexeya derketina derve de hêzên dewletê ji xwe re kiribûn baregeh, kaxizên bi mora DAIŞ'ê hatin dîtin. -
Ji mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin nasnameya 2 kesên din eşkere bû
Cenazeyên Huseyîn Kaya û Emîn Îdîn ên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetillkirin, hatin teşxîskirin. Malbatan ji bo wergirtina cenazeyan serî li dozgeriyê dan. -
Wehşeta li Cizîrê wê biçe ber destê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî
Wehşeta li Cizîrê, ku qedexeya derketina derve bi rojê lê hatiye rakirin, diçe ber destê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî. -
Êrîşa çeteyan a li hemberî gundên Kobanê
Çeteyên DAIŞ'ê bi hawan û çekên giran êrîşî gundên li rojavayê Kobanê dikin. -
Ok: AKP bi pêkanînên xwe re nîşan dide ku pê re mirovahî nema ye
Ok: Komkujiyên AKP'ê li Silopiya, Sûr û Cizîrê kiriye, qirkirin e û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Zarok, jin, sivîl hatine qetilkirin.