Ok: AKP bi pêkanînên xwe re nîşan dide ku pê re mirovahî nema ye

Ok: Komkujiyên AKP'ê li Silopiya, Sûr û Cizîrê kiriye, qirkirin e û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Zarok, jin, sivîl hatine qetilkirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok got, "Komkujiyên AKP'ê li Silopiya, Sûr û Cizîrê kiriye, qirkirin e û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Zarok, jin, sivîl hatine qetilkirin. Bajar û navçeyên Kurdan bi tank û topan hatine rûxandin. Organên mirovên qetil kirine li naverastê, li qiraxa Çemê Dîcleyê hatine dîtin. Li ser dîwaran nivîsên bê exlaq, kirêt û wehşî nivîsandin. Ev pêkanîn nîşan dide ku mirovahî bi vê zîhniyetê re nemaye."

Ok da xuyakirin ku li Amed û Pirsûsê bi desteka AKP'ê re sivîl hatine qetilkirin û got, "Li Enqere û Parîsê bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Di van komkujiyan de rola AKP'ê ya yekser an jî neyekser, heye. Ev çalakiyên bê hedef ên ji bo komkujiyê, bi terorîzmê re dikare bên pênasekirin. Lê li aliyê din jî çalakiya hevrê Zinar heye. Di vê çalakiyê de sivîlekî jî jiyana xwe ji dest nedaye. Çalakî bi temamî li dijî leşkeriyê ye."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, bersiv da pirsên ANF'ê

KOMKUJIYÊN LI CIZÎR, SÛR Û SILOPIYAYÊ QIRKIRIN E, SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE

Ok diyar kir, komkujiyên li Silopiya, Sûr û Cizîrê qirkirin e, sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, "Zarok, jin, sivîl hatine qetilkirin. Bajar û navçeyên Kurdan bi tank û topan hatine rûxandin. Organên mirovên qetil kirine li naverastê, li qiraxa Çemê Dîcleyê hatine dîtin. Li ser dîwaran nivîsên bê exlaq, kirêt û wehşî nivîsandin. Ev pêkanîn nîşan dide ku mirovahî bi vê zîhniyetê re nema ye. Û ev hemû yekser bi fermana Erdogan ve hatine kirin. Bi rûmeta gelê Kurd lîstine. Cesedên mirovên, jinên hatine kuştin li pişt tankan ve girê dane û bi erdê re kaş kirine. Polîs û tîmên taybet ên Erdogan ên mirovahî bi wan re nema ye, li ser bedenên jin û zarokên Kurd ên hatine kuştin, wêne kişandine. AKP'ê û Erdogan û di vî şerî de ti pîvana exlaqî, pîvana şer, pîvan û nirxê însanî nas nekirine. Mîna demê berê, hewl dane zarokên malbatên wan qetil kirine ji gelê Kurd bidizin. Gelê Kurd ne xerîbê van pêkanînên wehşî û mêtîngeriyê ye. Hînê 'Keçên Winda yên Dêrsimê' tê gotin. Bi qetilkirina zarokên Kurdên li sêdarê, li şikeftan, li zîndan û rêyên sirgûniyê re xwestin pêşeroja gelê Kurd jî bidizin. Ev di herikîna dîrokê de hatiye dîtin.

YA KU LI KURDISTANÊ TÊ QETILKIRIN MIROVAHÎ BI XWE YE

Faşîzma Erdogan dixwaze di roja îro de jî vê bi serê Kurdan de bîne. Lê vê carê li hemberî mêtîngerî û faşîzma di şexsê Erdogan de tê kirin, gelekî rêxistinbûyî yê berxwedêr heye. Ev hêrsa Erdogan û mêtîngeriya Tirk ji ber vê rastiyê ye. Zarokên Kurdan didizin. Kurdên ku qetil dikin, welê li wan dikin ku neyên naskirin û li goristanên bêkesan vedişêrin. Mesaja ku dixwazin bi vê yekê re bide, eşkere ye. 'Eger hûn di berxwedanê de israr bikin, wê goreke we jî nebe. Wê zarokên we jî ji we bê stendin.' Şerekî ewçend wehşî û bê exlaq dimeşînin. Ya ku li Kurdistanê tê qetilkirin mirovahî bi xwe ye. Bêdengiya cîhanê li vî sûcê qirkirinê, bi rastî jî nayê qebûlkirin. Bi dehan salan e em li hemberî mêtîngeriya Tirk li ber xwe didin. Em gelekî baş dizanin, mêtîngeriya Tirk xwe dispêre NATO û li hemberî me şer dike. Dewleta Tirk bi saya NATO li ser piyan e.

ME DI DÎROKA TÊKOŞÎNA XWE DE GELEK ERDOGAN DÎTIN, LÊ TI JI WAN NIHA LI HOLÊ NÎNIN

AKP a Erdogan, pirsgirêka koçberan a li Sûriyeyê dixe rojevê û bi vî rengî li Kurdistanê komkujiyan dike. Her kesên li pêşberî van komkujiyên qirkirinê bêdeng in, para xwe di va komkujiyan de heye. Sparteya me ya sereke û ya herî mezin, gelê me û hêza me bi xwe ye. Em ê mafdariya vê berxwedana xwe ya rewa û pîroz her timî bilêv bikin. Mirovahî wê di dawiya dawî de van komkujiyên qirkirinê bibîne. Wê karaktera faşîst a AKP a Erdogan, ku faşîzma Hîtler, Franco û Mûsolonî jî li dû xwe hiştiye, eşkere bibe, bê dîtin. Em dizanin; em çiqasî li ber xwe bidin, ew ê jî har bibin û bêhtir êrîş bikin. Berdêla azadiyê çi dibe bila bibe, weke tevger û gel em ê ti carî jê venegerin. Ji dîroka 40 salan a têkoşîna xwe em dizanin, ku polîtîkayên qirkirinê çawa dibin bila bibin, di dawiyê de wê gel bi ser bikeve. Di dîroka têkoşîna xwe de me gelek Erdogan dîtin, ti ji wan êdî li holê nîne. Aqûbeta Erdogan jî wê bi vî rengî be. Erdogan û AKP wê hesabê sûcê li dijî mirovahiyê, hesabê polîtîkayên xwe yên qirkirinê ji sedî sed bidin."

ÇALAKIYA FEDAÎ YA HEVRÊ ZINAR MÎNA ÇALAKIYA ZÎLAN DÎROKÎ YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, çalakiya TAK'ê ya li Enqereyê li hemberî artêşa Tirk li dijî komkujiyên li Kurdistanê hat lidarxistin nirxand û ev xal destnîşan kir:

"Beriya her tiştî, di şexsê hevrê Zinar de ez hemû şehîdên berxwedanê bi rêzdarî bibîr tînim. Di dîroka PKK'ê de bi rastî jî mînakên bi heybet ên berxwedanê hene. Mazlûm, Hayrî, Kemal, Zekiye, Rahşan, yên di dema komploya navneteweyî de li zîndanan bi şiyara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bedena xwe kirin xelekek ji agir, Bêrîtanên li dijî xiyaneta Kurd bedena xwe ji zinaran avêtin, navê serdem û berxwedaneke nû Zîlan; hemû abîdeyên dîrokî, berxwedan û pêşerojê ne. Û çalakiya fedaî ya hevrê Zinar a li navenda Enqereyê. Li Amedê, DAIŞ'ê bi desteka AKP'ê re bi dehan zarok, jin, sivîl qetil kir. Li Pirsûsê jî bi desteka AKP'ê re DAIŞ'ê 33 mirovên ciwan qetil kir. Li Enqere û Parîsê bi sedan mirovên sivîl hatin qetilkirin. Di van komkujiyan de rola AKP'ê ya yekser an jî neyekser, heye. Ev çalakiyên bê hedef ên ji bo komkujiyê, bi terorîzmê re dikare bên pênasekirin. Lê li aliyê din jî çalakiya hevrê Zinar heye. Di vê çalakiyê de sivîlekî jî jiyana xwe ji dest nedaye. Çalakî bi temamî li dijî leşkeriyê ye. 

Baş e ev çalakî li hemberî kê hatiye kirin? Li hemberî hêzeke leşkerî ya ku li Cizîr, Silopiya û Sûrê sivîl qetil kirin, bedenên jinên Kurd bi erdê re kaş kirin, li ser cesedên Kurdan wêne kişandin, li kolanan û li ser dîwaran nivîsên faşîst, nîjadperest, bê exlaq û qirêj nivîsandin, hat kirin. Çalakiya hevrê Zîlan çiqasî dîrokî be û ji aliyê siyasî ve çiqasî mezin be û dest li pêvajoyê werda be, çalakiya hevrê Zinar jî bi encamên xwe yên leşkerî re çalakiyeke di heman astê de mezin e.

EM Ê HER TIM BI HEVRÊ ZINAR RE SERBILIND BIN, MÎNA ZÎLAN HEVRÊ ZINAR JÎ FERMANDARÊ ME YE

Dibe ku TAK'ê berpirsyariya vê çalakiyê girtiye ser xwe. Lê belê çalakiya hevrê Zinar çalakiyeke ewçend dîrokî ye ku ji her alî ve divê xwedî lê bê derketin û mirov bê serbilind bin. Li aliyekî li komkujiyên dewleta Tirk ên bi sivîl qetil kiriye binêrin, li aliyê din jî li çalakiya hevrê Zinar a ku li dijî hêza leşkerî ya ev komkujî kirine pêk hatiye binêrin. Her kesê xwedî wijdan wê bi hêsanî bibîne bê kî terorîst e. Em ê her tim bi hevrê Zinar re serbilind bin. Mîna hevrê Zîlan, ew fermandarê me ye, em ê yên bi fermana wî tevdigerin e."

SIYASETA LEGAL A KURD XWEDÎ PAŞEROJEKE BI RÛMET E

Der barê fezlekeyên li hemberî siyasetmedarên HDP'yî yên radestî Meclîsê hatine kirin de endamê Konseya Rêvebe a KCK'ê Sabrî Ok got, "Siyaseta legal a Kurd ne xerîbê fezlekeyan e. Ji xwe li Tirkiyeyê zemîneke ku lê siyaseta demokratîk bê meşandin, ti carî çênebû. Siyaseta legal a Kurd di vê mijarê de xwedî paşerojeke bi rûmet e. Serî netewandin, li ber xwe dan. Ji ber vê yekê bi dehan siyasetmedar, rewşenbîr û karsazên Kurd di kuştinên kiryar nediyar de jiyana xwe ji dest dan. Gelek caran partiyên wan hatin girtin."

Ok diyar kir, Erdogan û AKP careke din fezlekeyan li dijî Kurdan bi kar tîne û ev nirxandin kir: "Bêguman Kurd, hêzên demokratîk û şoreşger wê li hemberî vê li ber xwe bidin. AKP dixwaze serî bide tewandin. Halbûkî ev nepêkan e. HDP di her firsendê de dibêje ew ê biryardaî li hemberî polîtîkaya serîtewandinê li ber xwe bide. Li parlamentê ti parlamenter nîne ku têkildarî wan fezleke nehatiye amadekirin. Hemû fezlekeyên li derveyî HDP'ê, fezlekeyên ji ber karên nelirê, bertîl û rûreşiyê ne. Yên ku dibêjin"

Ok destnîşan kir ku HDP'yî bi vîneke mezin a gel hatine hilbijartin û got, "Gelekî baş dizanin ku parlament ne alternatîfa bi tenê ye. Gelekî baş dizanin ku ji parlamenteke biryara komkujiyê li hemberî gelê Kurd daye, nabe ti hêvî û bendewarî jê bê kirin. HDP ji xwe partiyeke legal e. Bêguman wê li gorî vîna gel, biryara xwe bi xwe bidin."

HETA AZADIYA RÊBER APO Û KURDISTANÊ EV BERXWEDAN WÊ DEWAM BIKE

Sabrî Ok ragihand, ku ew di pêvajoyeke gelekî girîng û dîrokî re derbas dibin û li ser pêvajoya ji nû û pê ve ev nirxandin kir:

"Dewleta AKP'ê xwest tevgera azadiyê tine bike. Li hemberî Rêberê Gelê Kurd zext û gefa ji her demê girantir meşand, dimeşîne. Li hemberî têkoşîna avakirin û xweseriya demokratîk a gelê me, bi tank û topan polîtîkayên qirkirina civakî dimeşîne. Em jî weke tevger û gel, bi hemû hêza xwe li ber xwe didin. Ez nabêjim heta êrîşên AKP'ê dewam bike wê berxwedan bidome. Ez dibêjim; heta Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo û Kurdistan azad bibe wê berxwedan dewam bike. Pêvajoya em tê de ne naşibe pêvajoyeke din. Ji bo her du aliyan jî pêvajoya encamgirtinê ye."

JÊRZEMÎNÊN BERXWEDANÊ NÎŞANÎ ME DAN DIVÊ EM ÇI BIKIN

Li ser karakterê pêvajoyê Ok got, "Gelê Kurd êdî dibêje berî û piştî berxwedana Cizîrê. Ev rast e. Komkujiyek hatiye kirin, berxwedanek hatiye nîşandan. Bêguman wê encamên vê hebin. Mehmet Tûnçan, Zinaran, Sêvêyan, Pakîzeyan bi awayekî vekirî nîşanî me dane ku divê em çi bikin. Di çapemeniyê de dibêjin jêrzemînên wehşetê. Li gorî min ev pênase nerast e. Divê mirov ji wir re bêjin jêrzemînên berxwedanê. Pêwîste ruhê Mehmet Tûnçan, Sêvêyan, Pakîzeyan her tim di rojevê de bin. Di vê çaryeka sedsala 21'an de Kurd gihaştine wê astê, ku rê didin ber dîrokê. Şoreşa Rojava bi heybetî li ser piyan e. Ji têkoşîna gelan re pêşengiyê dike. Girêdana neteweyî û hestî bi mêtîngeriyê re cara yekemîn e di vê astê de li Kurdistanê qut bûye. Ev girîng e. Hişyariya neteweyî di asta herî bilind de ye. Ev rezerv, avantaj û rastiyên dîrokî hemû nîşan didin, ku ev berxwedan wê bidome û bi ser bikeve."

ENKS LI GORÎ FERMANÊN ERDOGAN, DIJMINATIYÊ DIKE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok li ser êrîşên komên çete yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd ev nirxandin kir:

"Şêxmeqsûd taxeke ku piraniya şêniyên wê Kurd in. Ya rast divê mirov ji vir re nebêjin tax. Li Şêxmeqsûr bi sed hezaran Kurd dijîn. Ji destpêka Şoreşa Rojava û vir ve jî li hemberî hemû êrîşan li ber xwe dan û cihê xwe neterikandin. Li pişt êrîşên dawî ji sedî sed AKP heye. Ji xwe yê ku di êrîşa li hemberî Girê Spî û Silûkê de DAIŞ bi rêxistin kir, xist nava tevgerê û berê wan da Kurdan, AKP bû. Dewleta Tirk agirbesta li Sûriyeyê ji xwe re weke firsendê bi kar anî û timî bombe li Efrîn û aliyê Girê Spî barand. Bi rêya çeteyên weke Ehrar el Şam, Tûgaya Sûltan Mûrat êrîşî Şêxmeqsûd kir. ENKS bi awayekî aktîf destekê dide van êrîşan. Ne rast e ku mirov ENKS'ê weke rêxistinekê pênase bikin, ji ber ku bi tenê navê xwe heye. Ji Îbrahîm Biro û Hakîm Beşar pêk tê. Tê zanîn ku PDK ji her alî ve destekê dide van. Para ENKS'ê di qetilkirina jin û zarokên Kurd ên li Şêxmeqsûdê de heye. ENKS'ê xwe bi temamî pêşkêşî bazarê kiriye. Li gorî fermanên Erdogan dijminatiyê dike. Ti eleqeya van bi Kurdîtiyê, bi Rojava û mirovahiyê re nîne. Bawerim yekî ji van kirine alîkarê berdevk. Yên mîna van li hemberî Kurdan didin axaftin. Kurd jî bi vê zanin û dibînin. Kurdewariya van ewqas e. Afirînerên Cenevreyê DYA û Rûsya ne. Yên din hemû paravan in û ti qîmeta xwe jî nîne."

HETA RÊBER APO AZAD NEBE, NE EV ŞER DIQEDE, NE KURD AZAD DIBE, NE JÎ TIRKIYE DEMOKRATÎK DIBE

Ok bal kişand ser tecrîda şidandî û zexta giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku bêdengiya Ewropa, DYA, CPT, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Konseya Ewropayê li pêşberî vê rewşê nayê qebûlkirin.

Ok got, "Weke gel û tevger bêguman em ji rewşa Rêber Apo bi fikar in. Divê vê yekê careke din bêjim; berxwedana me hemû di heman demê de ji bo azadiya Rêber Apo ye. Heta Rêbe Apo azad nebe, ne ev şer diqede, ne Kurd azad dibe, ne jî Tirkiye demokratîk dibe. Divê her kes gelekî baş bi vê zanibe. Ji ber vê yekê weke gel û tevgerê em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û bang li Konseya Ewropa, CPT û hemû hêzên navneteweyî dikim ku zextê li AKP'ê bikin."