Ji bo şervanê YPG’ê Zuber Akil mewlûd hat dayîn
Ji bo şervanê YPG’ê Zuber Akil ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li Taxa Bahçelîevler a Şirnexê mewlûd hat dayîn.
Ji bo şervanê YPG’ê Zuber Akil ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li Taxa Bahçelîevler a Şirnexê mewlûd hat dayîn.
Ji bo şervanê YPG’ê Zuber Akil (Kerîm Şirnex) ê di êrîşên dawî yên ku çeteyên DAIŞ’ê li hember Girê Spî pêk anîbûn de jiyana xwe ji dest da, li Şirnexê mewlûd hat dayîn. Konê şînê ji bo Akil ê li Kobanê hat defnkirin, li Taxa Bahçelîevler a Şirnexê hat danîn, di mewlûdê de ji bilî sedan kesî Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, rêveberên MEYA-DER, DBP û HDP’ê cih girtin.
Piştî rêzgirtinê, bavê Akil Haci Akil axivî, destnîşan kir ku her kesên li Kurdistanê dijî zilmê li ber xwe didin silav dike, wiha got: “Kurê min ne tenê şehîdê min e, şehîdê tevahî Kurdistanê ye. Bila serê Rêbertiya me sax be, serê gelê me sax be.”
Piştre Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk mafê axaftinê wergirt, bi bîr xist ku li her çar parçeyê Kurdistanê şerekî qirêj ê ji bo tinekirina îradeya gelê Kurd tê meşandin. Ozturk diyar kir ku gelê Kurd li hember vê polîtîkayê li ber xwe dide, sersaxî ji malbatê re xwest.
Piştî axaftinan, xwarina mewlûdê hat danîn.