Endamê Meclîsa Leşkerî yê YPG’ê Rustem Ekrad jiyana xwe ji dest da

Fermandariya YPG’ê ya Efrînê diyar kir ku endamê meclîsa wan ê leşkerî Cemîl Xelîl (Rustem Ekrad) li Efrînê jiyana xwe ji dest da.

 Fermandariya YPG’ê ya Efrînê diyar kir ku endamê meclîsa wan ê leşkerî Cemîl Xelîl (Rustem Ekrad) li Efrînê jiyana xwe ji dest da.

Fermandariya YPG’ê nasnameya fermandarê xwe bi daxuyaniyekê ragihand.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Di şerên ji bo parastina Kantona Efrînê de endamê fermandariya YPG’ê yê Efrînê li hemberî çeteyan di şerekî dijwar de şehîd ket. Hevalê me  Rustem di têkoşîna tevgerkirina xebatên leşkerî yê Rojavaya Kurdistanê de xwediyê cih û kedeke mezin bû. Em wek Fermandariya YPG’ê ya Efrînê li pêy şopa Fermandar Rustem, em ê bi hemû hêza xwe têkoşîna bêhempa li hemberî hemû destdirêjiyên li dijî gelê me bimeşînin. Fermandar Rustem şehîdê Newroz û azadiyê ye.”

Nasnameya Fermandarê YPG’ê wiha ye:

Nasnav:Rustem Ekrad

Nav û Paşnav:Cemîl Xelîl

Navê Bav:Yûsûf

Navê Dayikê:Hebîbe

Dîrok û Cihê Jidayikbûnê:1972 Efrîn – Mabeta