Dayika Cemîle: Em ê bi ser bikevin

Dayika Cemîle ya 80 salî ya li pişt bendan e got, "Ji bo kolandina xendekan û lêkirina bendan em dereng man. Em ê bi ser bikevin."

Li navenda bajarê Şirnexê, tevî ku hêzên dewleta Tirk bi xwînxwarî êrîşên xwe didomînin jî, gel li pişt bendan jiyana xwe ya xweser ava dike. Yek ji kesên li pişt bendan jiyanê  diafirîne, Dayika Cemîle ya 80 salî ye.

Dayika Cemîle got, "Ji bo kolandina xendekan û lêkirina bendan em dereng man" û destnîşan kir, ku zilma dewletê ew êdî bêzar kiriye. Dayika Cemîle got, "Eger berê bûya min ê rahişt çekê, lê niha pîr bûm e." Dayika Cemîle anî ziman ku li pêşberî ti êrîşan ew ê mala xwe neterikîne û diyar kir, di salên 90'î de ew ji gundê xwe yê li herêma Besta hatin derxistin, niha jî hewl tê dayîn ji bajarê xwe werin derxistin.

Dayika Cemîle bibîr xist, ku dema leşkeran avêtin ser gundê wan ê li Bestayê, li pêş çavên her kesî li hemû zilamên li gund xistin û got, "Hingî min kevirên mezin davêt leşkeran û bi vî rengî bersiv dida wan." Dayika Cemîle destnîşan kir, ku Botan timî li dijî zilmê li ber xwe dide û got, "Gelê me berxwedêr e. Mirovên li vê erdnîgariyê dimînin, dikarin bi rojan li qiraxa çemekî, li çolê yan jî li çiyê bijîn. Ez li Bestayê carna bi rojan bi tena serê xwe dimam. Hingî mîna niha komkujî nebûn. Dema yek bimira me bi rojan şîn digirt. Lê niha em nikarin şîna xwe jî bigirin."

Dayika Cemîle ragihand, ciwanan li dijî zilmê rahiştine çekê û got, "Bila destê Xwedê û pêxember li ser serê wan be." Dayika Cemîle got, "Daxwaza min a yekane; bila komkujî nebin, aştî û aramî hebe. Bi destûra Xwedê em ê bi ser bikevin, wê aliyê me bi ser bikeve. Daxwaza min ji Xwedê û pêxember ew e ku Şirnexê bi ser bixîne."