Komîteya Amadekar a Newroza li Êlihê ku ji partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl pêk tê, li ser amadekariyên Newrozê ya bi şiyara "Bi berxwedanê re em ê bi ser bikevin" were pêşwazîkirin, li avahiya DBP'ê ya Êlihê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Endamên Komîteya Amadekar, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, rêveberên HDP û SBP'ê û gelek welatî beşdarî civînê bûn.
Parlamentera Acar Başaran diyar kir, ku ew ê Newroza îsal bi xwedîderketina li qadên berxwedanê û bilêvkirina daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îsal Newrozê pîroz bikin.
Acar Başaran ji bo pîrozbahiya 20'ê Adarê ya li Êlihê ya li Qada Newrozê bang li gelê Êlihê kir ku bi ruhê berxwedanê beşdar bibe.