KNK'ê şehîdên komkujiya Qamişloyê bibîr anî
KNK'ê di 12. salvegera komkujiya Qamişloyê de şehîdên Qamişloyê bibîr anî û got, "Berxwedana wan bû hîmê avabûna xweser a îro."
KNK'ê di 12. salvegera komkujiya Qamişloyê de şehîdên Qamişloyê bibîr anî û got, "Berxwedana wan bû hîmê avabûna xweser a îro."
KNK'ê di 12. salvegera komkujiya Qamişloyê de şehîdên Qamişloyê bibîr anî û got, "Berxwedana wan bû hîmê avabûna xweser a îro."
Konseya Rêveber a KNK'ê ji ber salvegera 12. a komkujiya Qamişlo daxuyaniyeke nivîskî weşand û bibîr xist ku di 12'ê adara 2004'an de li Rojavayê Kurdistanê bajarê Qamişloyê, muxaberata Baasê hêzên paramîlîter organîze kir û qada futbolê veguherand gola xwînê.
KNK'ê diyar kir ku di vê êrîşê de bi dehan Kurd hatin kuştin, bi sedan birîndar bûn û got, "Qamişloyê ev êrîşa dijminî bê bersiv nehişt, berxwedaneke layiqî navê xwe nîşan da, serê xwe li ber êrîşa muxaberat û paramîlîterên rejîma Baasê neçemand. Rejimê dest bi girtinên komî kir, bi sedan kes avêt zîndanan, şîdet û îşkence li mirovan kir. Rejîma Baasê zilma xwe di dereceya herî bilind de bi kar anî. Lê xelkê me, Kurdistaniyan berxwedana xwe, têkoşîna xwe domand."
DI SALVEGERA 12. DE GELÊ ME QEDERA XWE HILGIRTIYE DESTÊ XWE
Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin, ku di salvegera 12. a komkujiya Qamişloyê de gelê Kurd qedera xwe hilgirtiye destê xwe û wiha dewam kir: "Temenê zilmê dirêj nîne. Xelkê me ji 2012'an ve li ser axa xwe dawî li desthilata rejîmê aniye û dest bi avakirina xweseriya xwe ya demokratîk kiriye. Ji ser wê komkujiya Qamişloyê 12 sal bihurîn û vê gavê li Qamişloyê bayê azadiyê rabûye, rojavayê Kurdistanê bi destê xwecihên xwe yên eslî ve tê îdare kirin. Xelkê me digel xelkên din yên Kurdistanê dest dane hev û xweseriya xwe îlan kirin û îro ji Efrînê heta Kobanî û Girê Spî û heta Dêrik û Sêmalkaya Cizîrê sê kantonên Kurdistanê hatin damezrandin. Kurdan digel hevwelatiyên xwe yên Asûrî-Suryanî, Ermenî, Ereb, Turkmen û Çeçen, îdareya xwe ya xweser ava kirine û li axa xwe, li jiyana xwe û ya herî girîng li paşeroja xwe xwedî derketine.
BERXWEDAN, XURTKIRINA HÊZA PARASTINÊ Û AVAKIRINA WELAT KARÊ SEREKE NE
Li Rojavayê Kurdistanê îro jî şer û tekoşîn berdewam e. Herêma Cizîrê bi temamî hatiye paqijkirin, herêmên navbera Kantona Cizîrê û Kobanê hatine azadkirin. Lê herêmên navbera Kobanê û Efrînê hê di destê dijminan de ye. Di nava Helebê da herêmên Kurdnişîn di bin êrîşan de ne. Êrîşê li ser gelê me bi seranserê Rojava berdewam in. Berxwedan, xurtkirina hêza parastinê û avakirina welat karê sereke ne. Divê ev kar bi hesasiyeteke mezin bêne meşandin.
Em wekî KNK di vê 12. sala komkujiya Qamişlo de, şehîdên Qamişloyê bi rêzgirtineke mezin bi bîr tînin. Keda wan bi avê de neçû, berxwedana wan bû hîmê avabûna xweser ya îro. Di serî de berxwedana Kobanê û hemû xelkê me yê Rojavayê îro rûyê me spî kiriye û serê me bilind kiriye. Îro jî gele me yê Rojava dijî her reng êrîş û operasyonan welatê xwe diparêzin. Baweriya me bilind e ku pêkve xelkê me yê Rojava wê vê destketa mezin biparêzin û bikine warekî nimûne yê azadî û demokrasiyê."