Dewletê belavkarê rojnameyê qetil kir û piştre 5 sal 5 meh cezayê girtîgehê lê birî

Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Omer Baran ê li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, bi cezayê girtîgehê yê 5 sal 5 mehan hat cezakirin.

Li Tirkiyeyê ku komkujî û êrîşên ji bo qirkirina Kurdan her dewam dike, dadgeriya Tirk jî roj bi roj mora xwe datîne binê biryarên sosret. Li xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Omer Baran ê li jêrzemînên berxwedanê yên li Cizîrê de hat qetilkirin û li hevalên wî yên xebatê Sabrî Adanir û Mûrat Demîr, ji ber ku rojname belav kirine, bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' ji doza sala 2014'an biryarek sosret derket.

5 SAL CEZAYÊ RAGIRTINA LI GIRTÎGEHÊ LÊ HAT BIRÎN!

Di rûniştina biryarê ya 9'ê Adarê ya li Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê de parêzeran xwestin, ji ber ku Omer Baran jiyana xwe ji dest daye dosya têkildarî wê bê betalkirin û xebatkarên din ên rojnameyê jî beraat bikin. Lê belê heyeta dadgeha Tirk, tevî ku Omer Baran jiyana xwe ji dest daye jî, Baran û hevalên wî yên rojnameyê li gorî xala 314/2 a TMK û TCK 220/6 bi îdîaya "tevî ku ne endamên rêxistinê ye jî li ser navê rêxistinê kar kiriye" bi 5 sal û 5 meh cezayê ragirtina li girtîgehê ceza kir.

PARÊZER: LI DIJÎ HIQÛQÊ YE

Parêzer Nûrettîn Gasir da xuyakirin ku ew ê vê biryara sosret temyîz bikin. Parêzer Rojhat Dîlsîz jî diyar kir, biryar li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye û anî ziman ku belavkirina rojnameya Azadiya Welat ji bo "endametiya rêxistinê" weke delîlekî têrker tê dîtin. Parêzer Dîlsîz anî ziman ku ev biryar dibe ku di dema pêş de bibe sedema zext û gefa li xwendevanan.