Li Bismilê nimêja Înê ya sivîl hat kirin
Li navçeya Amed Bismilê bi hezaran kesî nimêja Înê ya sivîl kirin.
Li navçeya Amed Bismilê bi hezaran kesî nimêja Înê ya sivîl kirin.
Li navçeya Amed Bismilê bi hezaran kesî nimêja Înê ya sivîl kirin. Bi pêşengiya Nûnertiya Bismilê ya Komeleya Alimên Olî nimêja Înê li Navenda Sporê ya Parka Halîl Îbrahîm Orûç hat kirin. Piştî xwendian xurtbeyê bi hezaran kesên nimêj kirin, dua kirin.
Mele Feyzî Yavûzkiliç li nimêja Înê ya sivîl axivî û anî ziman, ku zilm ji ber nezantiyê tê kirin û yên zilm û înkarê dikin, gunehê wan gelekî mezin e.
Mele Enver Çelîk jî da zanîn, ku nimêja Înê ya hefteya pêş li pîrozbahiya Newrozê ya li Bismilê rast tê û diyar kir, ew ê beriya pîrozbahiyê nimêja xwe bikin û biçin qada Newrozê.