Şaredariya Sûrê 14 hezar şitlên daran belav dike
Wekî tê zanîn şaredariya Sûra Amedê wekî kevneşopiyekê her meh civîna xwe ya meclisê li taxekê yan jî gundekî navçeya Sûrê bi tevlîbûna xelkên taxan lidar dixe.
Wekî tê zanîn şaredariya Sûra Amedê wekî kevneşopiyekê her meh civîna xwe ya meclisê li taxekê yan jî gundekî navçeya Sûrê bi tevlîbûna xelkên taxan lidar dixe.
Wekî tê zanîn şaredariya Sûra Amedê wekî kevneşopiyekê her meh civîna xwe ya meclisê li taxekê yan jî gundekî navçeya Sûrê bi tevlîbûna xelkên taxan lidar dixe. Civîna vê mehê jî li gundê Kirmasirt pêk hat. Şaredariya Sûrê civîna xwe ya vê mehê bi tevlîbûna xelkên gundê Kirmasirt pêk anî û piştî civînê jî berê xwe dan Çarikliyê û li wir dest bi xebata belavkirina şitlên daran kir.
Civîna meclisê bi tevlîbûna wekîlên hevşaredaran Azîze Kûtlû Deger û Îzettîn Candan, alîkarên hevşaredaran, endamên meclîsa şaredariyê û gundiyan pêk hat.
Di destpêkê de rapora hatin û çûyînên şaredariyê ji alî Mehmet Karakaş ve hate xwendin û piştî xêrhatinê dest bi guhdarîkirina xelkên gund hate kirin. Di axaftinên xelkê gund hin pirsgirêkên gund ên wekî kanalizasyon, kevirina kolanên gund, çêkirina derdora goristana gund û şebekeya avê hatin ziman.
Piştî guhdarîkirina li xelkên gund wekîlan bersiva pirsên wan dan û wiha gotin: "Ji bo van pirsgirêkên ku we anîn ziman em ê li ser tevan rawestin û di demek nêz de heyetek ku di nava wan endezyar jî hene wê hemû gundên me bigerin û kêmasiyên wan tespît bikin. Lê der barê kanalizasyonê de biryareke DÎSKÎ heye ku niha tenê li gundên ku nifûsa wan zêdeyî 3 hezaran e xebatên kanalizasyonê werin kirin."
Di dawiya civînê de wekîlan spasiya gel kir ji bo beşdarabûna wan û ji wir berê xwe dan gundê Çarikliyê da ku dest bi belavkirina şitlên daran bikin.
Ji bo xwedîderketina li xwezaya navçeyê û zêdekirina şînkahiyan gerînendehiya parastina hawîrdorê ya şaredariya Sûrê xebateke hêja daye destpêkirin. Li gorî agahiyên ku me ji gerînendeyê parastina hawîrdorê M.Vecîh Aydogdû û alîkarê hevşaredaran Îsmet Erdal wergirt, di çarçoveya vê kampanyayê de ew ê derdora 14 hezar şitlên daran li gund û taxên navçeya Sûrê belav bikin. Hêjayî gotinê ye ku zêdeyî 100 gund bûne taxên navçeya Sûrê û ji bo hemû gund û taxan ev kampanya zêdekirina şînkaya xwezayê derbasbar e û kesên bixwazin dikarin serî li gerînendehiya parastina hewîrdorê ya şaredariyê bidin.