Êrîşa çeteyan a li hemberî gundên Kobanê

Çeteyên DAIŞ'ê bi hawan û çekên giran êrîşî gundên li rojavayê Kobanê dikin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, çeteyên DAIŞ’ê ku li Çiyayê Şamiyê yê girêdayî bajarê Cerablûsê bicih dibin, ji saet 08:00’an ve gundên Şiyûxa jorîn û jêrîn, Boraz, Girê Ebrê û Qasimiyê yên rojavayê Kantona Kobanê, topbaran kirin.

Hat ragihandin, heta niha zêdetirî 70  topên hawanê hatin avêtin û li herêmên ku sivîl tê de ketine. Der barê encam û ziyanan de, agahiyê zelal nehatin bidestxistin.

Topbarana li ser herêmê didome.