Mamosteyê berxwedanê: Erdal Tekîn
Yek ji berxwedêrên Sûrê şervanê YPS'ê Erdal Tekîn bû. Mamosteyê cografyayê Tekîn sîstema dewleta Tirk qebûl nekir û li nava refên berxwedana Sûrê, ji bo bîrdoziya jê bawer dikir, li ber xwe da.
Yek ji berxwedêrên Sûrê şervanê YPS'ê Erdal Tekîn bû. Mamosteyê cografyayê Tekîn sîstema dewleta Tirk qebûl nekir û li nava refên berxwedana Sûrê, ji bo bîrdoziya jê bawer dikir, li ber xwe da.
Berxwedana Sûrê 100 roj li dû xwe hişt. Çîrokeke din a berxwedanê ya li rûpelên dîrokê bineqişe, ji nava Sûrê hat.
Ev 101 roj in şervanên YPS'ê li hemberî tank û topên dewleta Tirk li Sûrê li ber xwe didin. YPS têkoşîna xwe ya bi rûmet didomîne. Yek ji van berxwedêran şervanê YPS'ê Erdal Tekîn (Zana Andok) bû. Mamosteyê cografyayê Tekîn sîstema dewleta Tirk qebûl nekir û li nava refên berxwedana Sûrê, ji bo bîrdoziya jê bawer dikir, li ber xwe da.
Erdal Tekîn ê di sala 1988'an de li gundê Kayacik ê navçeya Amed Pasûrê ji dayik bû, di sala 1994'an de ku hînê 6 salî bû, bi şewitandina gundê wan re polîtîkaya qirkirin û komkujiyê ya dewletê dît. Mîna gelek malbatên Kurd ên ji dest nehat ku mal, hêlîn, gund û bîranînên xwe ji nava êgir rizgar bikin, malbata Tekîn jî bêyî ku bi xwe re tiştekî bibe, ji Pasûrê neçar ma koçî navçeya Manîsa Salîhliyê bike.
Erdal ê ji ber koça ji neçarî li cihekî dûrî welatê xwe mezin bû, dibistanên seretayî, navîn û lîseyê li navçeya Manîsa Salîhliyê qedand. Zanîngeh jî li Balikesîrê xwend. Erdal weke mamosteyê cografyayê mezûn bû û ji Lîseya ji gelek bernameyan a toprak a li Liceyê, di Sibata 2015'an de weke mamoste hat wezîfedarkirin. Bi qasî 3 mehan li vê lîseyê mamostetî kir. Piştî ku berxwedana xwerêveberiyê destpê kir, tevlî nava refên YPS'ê bû. Di berxwedana li Sûrê de jiyana xwe ji dest da.
Kekê Erdal Tekîn Talat Tekîn da xuyakirin, ku dilsoziya birayê wî ya bi Kurdistanê û gelê Kurd re ti carî kêm nebû û got, "Dema leşkeran avêtin ser gundê me û malên me şewitandin, ez hingî 13, Erdal jî 6 salî bû. Me fêm nedikir bê çi diqewime. Mala me û hemû malên li gund şewitandin. Her tiştên ku me heta wê rojê ji xwe re dabûn hev, şewitandin. Ji bilî kincên li me, tiştek bi me re nemabû. Ji neçarî me mala xwe terikandin. Dûre me berê xwe dan Salîhlî û li cem xizmên xwe yên li wê derê bi cih bûn. Lê belê Erdal ti carî Amed ji bîr nekir."
Kek Tekîn diyar kir, ku Erdal gelekî hez ji hilberîn û jiyanê dikir û got, "Ciwanekî gelekî aram bû. Gelekî hez ji parvekirin, alîkarîdayîn, hînbûna tiştên nû, hînkirina tiştên dizane, nîqaş, ger û dîtina cihên nû dikir. Ne mirovekî zêde daxivî bû. Bi giranî li mirovên li pêşberî xwe guhdarî dikir. Di mijarên mafên xweza û jinê de gelekî hesas bû. Di vî warî de qet tawîz nedida. Li hemberî neheqiyê jî ti carî bêdeng nedima. Nas bike yan jî neke, li kuk derê mirovekî rastî neheqiyê dihat didît, yekser li cem wî cih digirt û hewl dida mexdûriyeta wî/ê ji holê rake."
Kek Tekîn anî ziman, Erdal ciwanekî gelekî jîr û kedkar bû û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bêyî ku bibe bar li ser pişta kesî, ji bo mercên xwe yên jiyanê bafirîne dixebitî. Ji aliyekî ve dixwend, li aliyê din jî dixebitî. Di pêvajoya zanîngehê de tevî ku gelek caran pirsgirêk derket pêşiya wî jî, ti ji van nîşanî me neda. Piştî ku dibistan qediya, bi heneko qala wan pirsgirêkan dikir. Ji ber nasnameya Kurdîtiyê, nîjadperestên li zanîngehê gelek caran gef lê xwarin. Hewl dan wî ji dibistanê jî derxînin; hewl dan wî lînc bikin. Rojekê nîjadperestan fîşek danîne ser maseya wî ya li zanîngehê."
Tekîn ragihand, yekane xeyala Erdal vegera li xaka bi zorê jê hat derxristin û jiyana bi gelê xwe re bû û got, "Ji bo pêkanîna vê xeyala xwe, piştî qedandina zanîngehê Erdal weke mamoste vegeriya xaka xwe. Dema mamostetî dikir, dotmam/pismamên me û min ew ziyaret kir. Bi xwendekaran re diyalogeke welê afirandibû, ku ne dişibiya têkiliya ji rêzê ya navbera mamoste û xwendekaran. Maeşê xwe ji bo xwendekaran xerc dikir, ji wan re pirtûk, diyarî dikirî. Piştî ku 3 mehan bi vî rengî mamostetî kir, êdî agahiya me jê çênebû. 9 mehan qet agahiya me jê çênebû. Piştre di 24'ê Sibatê de ji televîzyonê em hîn bûn ku li Sûrê şehîd ketiye. Mirovekî gelekî cuda bû. Mirovekî gelekî bedew bû, ku cihê wî nayê dagirtin."
