Êrîşa li ser Bendava Tişrîn hat pûçkirin: 10 çete hatin kuştin

Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Bendava Tişrîn hat pûçkirin. 10 çete hatin kuştin û 5 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin.

Çeteyên DAIŞ’ê ku ji bajarê Minbicê êrîş kirin, hewl dan ji rojava, başûr û bakur bikevin Bendava Tişrînê. Êrîşa çeteyan saet di 07.00’an de bi çekên  giran pêk hat. Di navbera şervanên QSD’ê ku bersiva êrîşê dan û çeteyan de şerekî dijwar derket.

Bi bersivdayîna şervanên QSD’ê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê vala hat derxistin. Li gorî agahiyan di vî şerî de 10 çete hatin kuştin û 5 wesayîtên bombebarkirî yên çeteyan beriya ku bigihêjin Bendavê ji aliyê şervanan ve hatin teqandin.

Piştî ku şervanên QSD’ê derbeyeke giran li çeteyan dan û êrîş pûç kirin, çete reviyan. Şervanên QSD’ê li herêmê lêgerînek dan destpêkirin.