Ji bo Gun TV 10 rojan cezayê tarîkirinê

Desteya Radyo û Televîzyonê, ji ber Ozgur Gun TV bername û girêdanîn zindî yên bi telefonê têkîldarî qetilkirina 3 siyasetmedarên jinên Kurd ên li Silopiyayê hatin qetilkirin kiriye mijar, 10 rojan rawestandina weşanê da.

Wek hinceta tarîkirina weşanê jî gotinên Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhant Encu yên bi rêya telefonê hatin nîşandan.

Gotinên Encu yên “Gelê Silopiyayê 24 roj in li hember vê hovîtiyê li ber xwe dide. Heta ji dest hat jî wê li ber xwe bide. Bi zîhniyeteke hiqûqa şer binpê dike, ti nirxên mirovahiyê nas nake, bi çeteyek DAIŞwarî re em rû bi rû ne. Em bi hêzek xwedî zîhniyetek wisa, bi zîhniyeteke wek feraseta dewletekê wek dagirkerekî erdnîgariya Kurdistastanê texrîp dike, mirovên me qetil dike re rû bi rû ne. Êdî li hember van qetlîaman ne bi gotinê, dema pratîkê hatiye” bû sedema sûcê.

RTUK bi vê biryarê wê qenalek bi zimanê zikmakî weşanê dike reş bike.