BI DÎMEN

Cizîr bi biryar e: Ya em ê mîna xwe bijîn, ya jî em ê bi rûmetî bimirin

Cizîriyên ji ANF'ê re axivîn gotin, "Ya em ê li ser vê xakê mîna xwe bijîn, ya jî em ê bi rûmetî bimirin."

Gelê li navçeya Şirnex Cizîrê dijî destnîşan kirin, ku ew ê li pêşberî wehşeta dewletê paş de gav navêjin. Cizîriyên ji ANF'ê re axivîn gotin, "Ya em ê li vê xakê mîna xwe bijîn, ya jî em ê mirineke bi rûmet hilbijêrin."

'BIRATÎ QEDANDIN'

TAHÎR ÇAKAR: Leşkeran mala me ji xwe re kirine biryargeh û kincê zavatiyê yê kurê min bi xwe re birine, dûre jî mal şewitandine. Ewilî gule li malê reşandine û bi vî rengî ketine hundir. Piştre mal talan kirine. Her wiha dikana min a li kêleka malê jî talan kirine. Yê ku van kirine, talankar jî nakin. Barbarên mîna DAIŞ'ê jî malan talan dikin, lê mîna van zerarê nadin xaniyan. Ji bo em ji vir nemînin, her tişt kirine. Bi vê wehşeta li me kirine re êdî di navbera me û wan de biratî nemaye. Bav û kalên me belasebep li Çanakkaleyê ji bo wan şer kirine. Kî dikare li Cizîrê qala biratiya Kurd û Tirkan bike? Piştî ku ewqas mirovên me li jêrzemînan şewitandin? Mirov dikare birayê xwe bişewitîne?

'HÛNÊ ME LI HEMBERÎ XWE BIBÎNIN'

MÛHAMMED ÎDEN: Piştî sed nifşan jî em ê wehşeta dewleta Tirk li Cizîrê kiriye ji bîr nekin. Yên ev wehşet dîtine, wê ji neviyên xwe re jî ragihînin. Di dema şer de ji ber topbaranê bi sedan xanî şewitîn. Lê belê piştre, di dema rakirina xirbeyan de, hêzên dewletê gava xaniyên dagir kiribûn diterikandin, hemû şewitandin. Bi hezaran xanî bi bombeyan xera kirin. Niha hem xaniyê me xera kirine, hem jî ji bo tespîta xisarê karmendên xwe dişînin. Em ji wan re vê dibêjin; 'Tevî vê wehşetê hûn rabin hewl bidin xaniyên me li gorî xwe ava bikin, hûnê me li hemberî xwe bibînin.' Bi kuştinê re ew êdî nikarin çavê me bitirsînin. Plana wan a 'Master' wê li Cizîrê nekeve meriyetê. Karmend, leşker û polîsên li Cizîrê êdî li pêş çavên vî gelî hemû kujer in. Berê em gelekî li ber mirina leşker û polîsan diketin, ji ber ku me digot dê û bavên wan jî hene. Lê êdî li vî bajarî, hesteke bi vî rengî bi kesekî re nemaye.

'EM ÊDÎ NAXWAZIN WAN BIBÎNIN'

MELEK SELVÎ: Dewleta Tirk mala me şewitand. Şukur ji Xwedê re; ya hatiye xerakirin û şewitandin xaniyê me ye, em li ber nakevin. Ciwanên me yên leheng bi saxî şewitandin. Heta ku em li vê dinyayê hebin, em ê êşa wan hestiyên hatin şewitandin ji bîr nekin. Dengê Mehmet Tûnç û ew zarokên çavreş wê her di guhê me de bin. Bila piştî vê komkujiyê Serokwezîr, Serokkomar neyên vî bajarî ji bo nimêjê... Çima tên? Gelo Cizîr cihê kafiran e? Gelo ev der dagir kirine û kirine Misilman? Yê ku fermana şewitandina Qurana pîroz a li mala me dida ma ne Erdogan û Davûtoglû ne? Çi eleqeya van bi Misilmantiyê re heye? Ciwanek dîl girtine, li ser bombeyê dane rûniştandin û parçe parçe kirine. Li jêrzemînê ewqas zarok bi saxî şewitandin. Em êdî naxwazin leşker û polîsên Tirk bibînin. Dema em wan dibînin, zarokên me yên hatin şewitandin tên pêş çavên me."

'EM Ê BI GAVEKÊ JÎ DERKEVIN DERVEYÎ CIZÎRÊ'

NÛRÛLLAH AYAZ: Dewleta Tirk bi awayekî vekirî ev mesaj da gelê Cizîrê; 'Tu serê xwe rake, em ê te bikujin'. Wekî din, çiqas kujer, endamên JÎTEM'ê, qetlîamkerên wan hebin, hemû şandin Cizîrê. Qirêjiya ew kesên ji wan re JOH û POH dibêjin, li malên gel hat dîtin. Dilê wan wê rehet nebe. Mala me şewitandine? Xem nîne. Li Kurdistanê şaristaniyeke ji hezaran salan heye. Em ê li gorî şaristaniya xwe, urf û adetên xwe, bi piştgiriya hev re jiyana xwe ji nû ve bi rêk û pêk bikin. Ev sê car in dewlet li Cizîrê mala me dişewitîne. Di dema Tansû Çîller de gundê me şeiwtand, di sala 1992'an de di dema serhildana Cizîrê de mala me şewitand, niha jî xaniyên me bi erdê re kir yek. Lê em ê bi gavekê jî dernekevin derveyî Cizîrê. Ya em ê li vê xakê mîna xwe bijîn, ya jî em ê mirineke bi şeref hilbijêrin.