Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Tişrînê kirin, şer dewam dike

Çeteyên DAIŞ'ê bi hêza ji Minbic dan hev re êrîşî bendava Tişrînê kirin. Li ser bersiva hêzên QSD'ê şer derket. Şerê li herêmê dewam dike.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin çeteyên DAIŞ’ê îro saet di 07.00’an de ji bajarê Minbicê ji sê aliyan ve êrîşî herêma derdora Bendava Tişrîn kirin. Çeteyan ji aliyê rojava, başûr û bakurê Bendavê bi çekên giran êrîş kirin û rastî bersivdayîna şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hatin. Di navbera şervan û çeteyan de şerekî dijwar derket.

Ev şer hê jî bi giranî dewam dike. 

Heta niha ti agahiyên der barê kuştî û birîndaran de nehatine bidestxistin.