Li Cizîrê şopên DAIŞ'ê

Li maleke li Cizîrê, ku di dema dagirkerî û qedexeya derketina derve de hêzên dewletê ji xwe re kiribûn baregeh, kaxizên bi mora DAIŞ'ê hatin dîtin.

Li maleke li Cizîrê, ku di dema dagirkerî û qedexeya derketina derve de hêzên dewletê ji xwe re kiribûn baregeh, kaxizên bi mora DAIŞ'ê hatin dîtin. Berê jî li xaniyekî ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû dagirkirin pereyên ji welatên cuda yên Ereb û nivîsên bi zimanên Erebî û Azerî yên li ser navên kesên tevlî operasyonan bûne, hatibûn dîtin.

Çend roj berê rêveberekî berê yê Ehrar el Şam M.E.Z. dabû xuyakirin, ku ji bo li Bakurê Kurdistanê şer bikin bi qasî 750 çete ji Sûriyeyê anîne. Hikûmeta AKP'ê têkildarî vê agahiyê ti daxuyanî neda.

LI MALEKÊ KAXIZA BI MORA DAIŞ'Ê HAT DÎTIN

Tevî van agahiyan, maleke li taxa Cûdî ya Cizîrê, ku ji aliyê hêzên dewletê ve bi rojan hat bikaranîn, li binê duayeke bi Erebî nivîsandî, mora DAIŞ'ê hat dîtin. Di vê duaya bi Erebî û Tirkî hatî nivîsandin de ji leşkeran tê xwestin ku rojê 52 caran vê duayê bixwînin û di dawiya duayê de tê gotin, 'Em ê Îslama rastî bînin vê xakê'. Li binê kaxiza spî ya ev dua bi destan lê hatiye nivîsandin, du mohrên DAIŞ'ê hatin dîtin. Vê yekê îdîaya 'hêzên dewletê çete ji Sûriyeyê anîne ji bo di êrîşan de bi kar bîne' anî bîra mirovan.

PEREYÊ 4 WELATAN HATIBÛ DÎTIN

Li maleke din a Cizîrê ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû dagirkirin, pereyê Erebîstana Siûdî jî di nav de yên 4 welatan hatibûn dîtin.

...