Ciwanên Êzidî yên li nava refên gerîla: Em ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşin
Ciwanên Êzidî yên Şengalî yên di nava refên gerîla de cih girtine dan xuyakirin, ku ji bo komkujiyên nû rû nedin û gelê Kurd azad bibe, ew têdikoşin.
Ciwanên Êzidî yên Şengalî yên di nava refên gerîla de cih girtine dan xuyakirin, ku ji bo komkujiyên nû rû nedin û gelê Kurd azad bibe, ew têdikoşin.
Ciwanên Êzidî yên Şengalî yên di nava refên gerîla de cih girtine dan xuyakirin, ku ji bo komkujiyên nû rû nedin û gelê Kurd azad bibe, ew têdikoşin.
Komkujiya çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê kirin, cihekî mezin di hiş û mejiyê civaka Êzidî de girt. Êzidiyên ku piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya Tebaxa 2014'an bêparastin man, bi destwerdana PKK'ê ya li rewşê re ji komkujiyeke mezin rizgar bûn. Civaka Êzidî ku bi destwerdana gerîla re ji nû ve bû xwedî hêza xweparastinê, îro bi navê YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) xwe diparêze. Hin ji ciwanên Êzidî di nava refên YBŞ'ê de cihê xwe digirin, hin jî di nava refên HPG/YJA Star de ji bo azadiyê têdikoşin.
Ciwanên Êzidî yên Şengalî, ku me ew li Herêmên Parastinê yên Medyayê dîtin, êrîşa çeteyên DAIŞ'ê, berxwedana hat nîşandan û sedema tevlîbûna li nava refên gerîla ji ajansa me re vegotin.
'NE TENÊ ÊZIDÎ, GELÊ KURD BI TEMAMÎ RASTÎ KOMKUJIYAN HAT'
AMED DALAHO: Temamiya komkujiyên li hemberî gelê Kurd hatin kirin, ji aliyê hamn dijminî ve hatin kirin. Ne tenê komkujî li civaka Êzidî bû, li tevahiya Kurdan komkujî hat kirin.
Di komkujiya li Şengalê de jî DAIŞ'ê di destpêkê de êrîşî gel kir, mal talan kir û mirov bi komî qetil kir. Lê belê piştî komkujiyê berxwedan û YBŞ derketin holê. YBŞ'ê bersiv da 73 fermanan.
Li çiyayê Şengalê çeka Êzidiyan tinebû. DAIŞ hat û êrîş kir. Li hin gundan, li dijî çeteyan berxwedan hat nîşandan û gelek çete hatin kuştin. Îro jî berxwedaneke mezin li hemberî çeteyan tê nîşandan. Lê belê civaka Êzidî dijminê xwe baş nas nake. Ne diyar e wê êrîş ji ku bê. Pêwîste civaka Êzidî xwe hîn bêhtir bi rêxistin bikin û li dijî her şêwe êrîşan xwe biparêze.
Dema çete hatin pêşmergeyên PDK'ê hebûn. Lê belê dema DAIŞ hat, pêşmergeyan xiyanet kirin û reviyan. Şengal firotin. Çekên wan ên giran, maşînên zirxî li gel wan hebûn. Lê dema çete hatin ew reviyan. Êzidiyan bi kalaşnîkovan re hewl dan xwe li dijî çeteyan biparêzin. Eger PDK'ê li ber xwe bida, wê ew komkujî rû neda.
Divê gelê me zanibe komkujiyên lê hatine kirin, çawa rû dane. Jin, zarok, extiyar bi dehan mirovên me ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. Gelek ji tîna û nêza mirin. Çeteyan, li Êzidiyên zevt kirin, îşkenceyên gelekî giran kirin. Bûyerek bi vî rengî diqewime: Jineke Êzidî gelekî birçî dibe. Ji çeteyan xwarinê dixwaze. Çeteyan zarokê wê jinê kuştine û bi jinê dide xwarin. Haya jinê jê nîne ku xwarina dixwe zarokê wê bi xwe ye. Ev bûyer bi tena serê xwe, asta komkujiya li hemberî gelê me radixe pêş çavan.
'EM BI TÊKOŞÎNÊ RE DIKARIN NAMÛS Û ŞEREFA XWE BIPARÊZIN'
Eger gerîlayên HPG'ê nehatibûn wê bi hezaran Êzidî hatibûna qetilkirin. Di destpêkê de 12 heval hatibûn û wan hevalan li ber xwe dan, civaka Êzidî ji komkujiyeke mezin rizgar kirin. Di destê wan hevalan de bi tenê kalaşnîkov hebû. Çekên giran tinebû, lê li ber xwe dan û pêşî li komkujiyê girtin. Ez wan hevalan pîroz dikim.
Pêwîste civak û ciwanên Êzidî tevlî nava refên gerîla û YBŞ'ê bibin û xwedî li têkoşîna azadiyê derkevin. Ji bilî tevlîbûna li nava refên têkoşîna azadiyê, şensekî me nîne. Pêşîgirtina li komkujiyan bi vî rengî dibe. Şeref û namûsa gelê me bi têkoşînê re dikare were parastin.
'DIYA MIN GOT; TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLA BIBE'
AZAD EZDÎN: Di komkujiya dawî de bi hezaran mirovên me ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin. Ji ber PDK'ê çete ketin Şengalê û komkujî kirin. Bi hezaran çeteyan êrîş kirin. Em bê çek bûn. Jin û keçên me girtin, ew birin û me nikarîbû tiştekî bikin. Jin, mêr gelek mirovên me di cih de qetil kirin. HPG hat û rê vekir. Naxwe rêyeke em jê rizgar bibin tinebû. Ne av hebû, ne xwarin hebû. Dema me bihîst wê gerîla were, me fêm kir ku em ê rizgar bibin. Me dizanîbûn wê gerîla me ji çeteyan rizgar bikin. Di nava wan şert û mercan de ya ber dilê me xweş dikir, gerîla bû.
73 ferman bi ser gelê me de rabûn. Ji bilî berxwedanê ti rê li pêşiya me nîne. Piştî komkujiya dawî diya min ji min re got; tevlî nava refên gerîla bibe. Ez jî tevlî refên gerîla bûm.
Ez jî bang li hemû ciwanên me dikim ku tevlî nava têkoşînê bibin. Bi têkoşînê re em dikarin pêşî li komkujiyan bigirin. Li nava refên gerîla ciwanên Bakurî, Rojavayî û Rojhilatî hene. Û ew hatin Şengalê û nehiştin komkujî mezintir bibe. Eger em bibin yek, kes nikare me qetil bike.
'BI GERÎLA RE EM HÎN BÛN KU DIKARIN LI BER XWE BIDIN'
SOZDAR AGIR: Dema çeteyan êrîşî Şengalê kirin ez li gundê Dahola bûm. Em li bexçe dixebitîn. Bavê min got ku çete hatine û em jî reviyan çiyayê Şengalê. PDK'ê bang li me kir ku em li mala xwe vegerin. Gotin ku çete wê tiştekî bi me nekin. Lê em xapandibûn. Ji ber ku dema çeteyan êrîşî gundan û navenda Şengalê kirin, pêşmergeyên Barzanî reviyan û em bi tenê hiştin. Dijmin li ti berxwedanê rast nehat û yekser Şengal dagir kir. Çeteyan bi hezaran mirovên me qetil kirin. Jinên me revandin.
Em derketin ser çiyayê Şengalê. Dûre me bihîst ku hevalan xwe gihandine herêmê. Bi hatina gerîla re hêvî ket dilê gel. Gel nizanîbû wê bi ku ve jî biçe. Tî, birçî hema li naverastê mabû. Di roja sêyemîn de hevalan xwe gihandin me.
Ew bêçaretiya civaka Êzidî ya piştî êrîşa çeteyan, min gelekî êşand. Nedibû ku em bi hêsanî qebûl bikin dijmin me qetil bike. Min timî ji xwe re digot, 'gelo çima gelê me ketiye vê rewşê. Çima gelê Kurd nabe yek, her tim rastî komkujiyan tê'. Malbata Barzanî xiyanet li me kir û civaka Êzidî hat qetilkirin. Nabe ku mirov li ser xaka xwe bêparastin bimîne.
Lê belê piştî ku me gerîla nas kir, em hîn bûn ku mirov dikarin li hemberî dijmin li ber xwe bidin. Me got; em dikarin xwe perwerde bikin, xwe bi rêxistin bikin. Gerîla bandoreke mezin li min kir. Min got, 'çi dibe bila bibe ez ê tevlî bibim û tevlî nava refên gerîla bûm. Bi xwestekeke mezin derketim serê çiyê.
Piştî hatina vê derê, min rêxistin û gerîla baştir nas kir. Êdî li her cihê biçim dikarim pêşengiyê ji gelê xwe re bikim, dikarim têbikoşim. Weke jineke Êzidî ez ê ji bo azadiya gelê xwe şer bikim. Ji bo komkujiyên nû rû nedin, ez ê heta dawiyê têbikoşim. Li çiyayê Şengalê ji çar parçeyên Kurdistanê heval şehîd ketin. Û bi dilsoziya bi bîranîna wan re heta azadiya Rêber Apo ez ê têbikoşim.
'GELÊ ME WÊ XWE BI HÊZA XWE BIPARÊZE'
VINAR KAVROJ: Dema DAIŞ hat Şengalê ez jî li gund bûm. Ji bo berxwedanê ti amadekariya me tinebû. Em reviyabûn çiyayê Şengalê. Li bendê bûn ku pêşmerge me biparêze. Lê belê hin malbat hatin û ji me re gotin ku pêşmerge reviyane. Haya me jê tinebû ku pêşmergeyan Şengal terikandine. Malbata me ji hev belav bû. Her kes bi cihekî ve çû. DAIŞ ketibû gundê me jî û gelek ji xizmên me qetil kiribû û hin jî girtibû. Em jî direviyan çiyayê Şengalê. Me li kê dipirsî digotin hatiye girtin û qetilkirin. Hin ji mirovan nikarîbûn zarokên xwe jî bi xwe re bînin. Me digot; êdî jiyan ji bo me qediya ye. Ez jî ji malbata xwe qut bûbûm. Li cem malbateke din bûm. Ew malbateke welatparêz bû. Digotin wê PKK were. Digotin divê em derhal xwe bigihînin hevalan. Lê belê em ji hal ketibûn, nikarîbûn bimeşin. Psîkolojiya her kesî xera bûbû, êdî nikarîbûn li ser piyan bimînin. Lê ji bo xwe gihandina hevalan me zor da xwe.
Dema hevalan xwe gihandin me, gelek Êzidiyan gerîla nas nedikirin. Mînak; gerîlayên jin hebûn û gelek kesan bi çavekî ecêbmayî li wan dinêrîn. Digotin; 'çawa dibe ku jin şer bike. Dema DAIŞ were wê ev çawa me biparêzin'. Piştî ku me ew nas kir, ev pêşhukmî hemû ji holê rabûn. Me dizanîbûn heval li çiyê şer dikin, lê haya me jê tinebû bê şerekî çawa dimeşînin.
Piştî komkujiyê YBŞ ava bû û ji bo civaka Êzidî her tişt guherî. Me êdî ji xwe bawer kir. Em hîn bûn xwe bi xwe biparêzin. Jin jî hînî bikaranîna çekan bûn. Çavê civaka Êzidî vebû. Êdî wê ti tişt mîna berê nebûya. Gelê me wê xwe bi hêza xwe biparazê. Bi YBŞ'ê re êdî civaka Êzidî xwedî hêz e.
'KOMKUJIYÊ HERÎ ZÊDE BANDOR LI JINAN KIR'
73 ferman li Êzidiyan rabûn. Her komkujiyê herî zêde bandor li jinan kir. Dest avêtin jinan, û li bazarên koleyan firotin. Ji vê derê ez bang li hemû jinên Êzidî, jinên ji Başûrê Kurdistanê dikim; werin tevlî nava refên PKK'ê bibin. PKK'ê jiyana me da me. Nîşan da bê em kî ne. Divê em gelê Kurd bibin yek û li dijî dijmin şer bikin. Eger em bibin yek, kes nikare me qetil bike. Bi vî rengî em dikarin bi awayekî azad li xaka xwe bijîn. Ez hatim qada têkoşînê ya Zîlanan, Bêrîtanan, hatim çiyayên azad û li vê derê ji bo azadiya gelê xwe têdikoşim. Niha xwe perwerde dikim û hînî xeta Rêber Apo dibim. Ya herî girîng jî xwe di xeta azadiya jinê de perwerde dikim.
Piştî ku ji komkujiya li Şengalê rizgar bûm, hatim çiyayê Kurdistanê ji bo xwe perwerde bikim. Cihgirtina min li nava gerîla ji bo min gelekî watedar e. Hevalên li vê derê eleqeyeke mezin nîşanî Şengaliyan didin. Li dora me kom dibin û bi me re sohbetê dikin. Gerîla gelekî hez ji civaka Êzidî dike. Di rewşeke tehlûke de beriya her kesî me diparêzin. Hevaltî, hevrêtiya gerîla gelekî berdew e. Li cihekî din ê cîhanê jiyaneke bi vî rengî nîne. Ji ber ku gerîla me, xwe gelekî bi şens dibînim.