KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ciwanên vî gundî ji ber xwe ve ji bo gundiyan xaniyan çêdikin
Gundiyên li taxa Kergez a Qelqeliyê dijîn, jiyana komunal bi hev re dixin meriyetê. -
'Ji bo zarokên Kurd polîtîk nebin, dewlet bi hovane êrîş dike'
Sedat Yagcioglû yê li ser 'zarokên keviran davêjin' lêkolîn kir anî ziman, ku zarok hem ji ber tiştên dîtine, hem jî bi rêya bîra civakî polîtîk bûne. -
'Duh Qamişlo, îro Sûr û Cizîr'
Ji şahidên komkujiya Qamişlo gerîla Delîla Ararat got, "Zîhniyeta li Qamişlo komkujî kir, îro li Bakurê Kurdistanê li Cizîr û Sûrê komkujiyan dike." -
Bayik: Li derveyî berxwedanê ti rê ji bo Kurdan nîne
Hevserokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Cemîl Bayik di bernameya Rojeva Welat a Stêrk TV de li ser mijarên di rojevê de daxuyaniyên girîng da. -
Ji Sûrê 3 cenaze dîsa anîn nexweşxaneyê
Ji navçeya Sûrê cenazeyê 3 kesên ku tê îdîakirin di şer de jiyana xwe ji dest dane anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiya Gazî Yaşargil. -
Êlihê agirê Newrozê pêxist
Welatiya li Taxa Baglar a Êlihê agirê Newrozê yê destpêkê pêxist, hêzên dewleta Tirk xwe ranegirtin û êrîş kirin. -
Li Meletî û Rihayê 9 kes hatin girtin
Di serdegirtinên li ser mal û wargehên xwendekaran ên li Meletî û Dêrsimê ji kesên hatin binçavkirin 9 kes hatin girtin. -
Başderbûna îmzeyan a takekesî ya ku li Strasboûrgê kom bûn pêşkêşî DMME’yê kirin
Çalakiya konê berxwedanê ya Kurdistaniyên li bajarê Strasboûrgê ya li Fransayê ku li pêşiya avahiya KE û DMME’yê dane destpêkirin, di roja 17. de ye. -
Li Wanê 6 siyasetmedarên Kurd hatin girtin
Beriya 2 rojan 6 endamên DBP û HDP’ê yên ku li navçeya Westan a Wanê hatin binçavkirin, şandin girtîgehê. -
Ji bo Sûrê banga gel, hişyarî ji bo AKP’ê
Têkildarî qetlîamên li Sûrê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de ji bo Sûrê bang li gelê Amedê hat kirin ku berê xwe bidin Sûrê, hişyariya “ Sebra gelê me nepîvin” li AKP’ê hat kirin. -
Ji Sûrê 4 cenaze hatin derxistin
Piştî daxuyaniyên têkîldarî bidawîbûna operasyonên li ser Sûra Amedê, di êrîşên îro jî dewam kirin de 4 kes hatin qetilkirin. Cenazeyê 4 kesan jî rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. -
Cenazeyê 10 kesên ku li Cizîrê hatin qetilkirin li Silopiyayê hatin definkirin
Cenazeyê 10 kesên ku li Cizîrê hatin qetilkirin û ji bo otopsiyê rakiribûn Xabûrê, li Silopiyayê hatin definkirin. -
Şandeya Rojava Muzeya Luxemboûrgê ziyaret kir
Şaneya Rojavayê Kurdistanê ya li Luxemboûrgê serdana Muzeyê berxwedaniya Luxemboûrgê ya li hemberî Naziyan kir. -
Malbatên Roboskî: Wê AKP bi qetlîaman bê nasîn
Lêgerîna malbatên Roboskî ya ji bo edaletê didome. Malbatên Roboskî, berpirsê qetlîamên Enqere, Pirsûs, Sûr, Silopiya û Hezexê AKP’e nîşan dan. -
Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Ecevît hate definkirin
Siyasetmedarê Kurd Abdullah Ecevît ê ku li Hezexê hate qetilkirin li Goristana Asrî ya Cizîrê hate definkirin. -
40 girtiyên siyasî hatin sirgûnkirin
Ji Girtîgeha Tipa M a Agiriyê 40 girtiyên siyasî hatin sirgûnkirin. -
YPG: Êrîşên hêzên opozîsyonê didomin
Fermandariya YPG’ê, ji aliyên navnetewî yên çavdêriya agirbesta Sûriyeyê re diyar kir ku çekdarên opozîsyonê hê jî êrîşên li dijî Taxa Şêx Meqsûd didomin. -
Balefirên şer ên artêşa Tirk cihên sivilan ê jiyanê bomberdûman dike
Navenda Ragihand û Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku êrîşên şerên qirêj ê dewleta Tirk a ku her roj li Kurdistanê berdewam dike, ji bo veşartina têkçûna artêşa xwe bi awayekî dijwar êrîşên hewayî li dar dixin. -
Nasnameyên 5 şervanên YPG/YPJ’ê hatin eşkerekirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê, nasnameyên 5 şervanên sala 2014’an jiyana xwe ji dest dane eşkere kir. -
Balafirên şer ên Tirk gundên Qendîlê kirin hedef
Duh êvarî balafirên şer ên Tirk ji Herêmên Parastinê yên Medyayê Herêma Qendîlê bomberdûman kir. Di êrîşa ku gundên Qendîlê hatin hedefgirtin de zerarek mezin çêbû. -
Li Geverê dîmenên rewşa awarte
Li Geverê, ji ber operasyonên hêzên dewleta Tirk şer giran bû. Navçe hatiye dorpêçkirin. -
Êrîşên li hemberî Şêxmeqsûd dewam dikin: 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Êrîşên çeteyan ên lihemberî taxa Kurdan a Helebê Şêxmeqsûd dewam dikin. Di van êrîşan de 2 sivîlên din jiyana xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn. -
Silopiya ji aliyê AKP'ê ve hat xerakirin, ji nû ve tê avakirin
Li Silopiyayê, ku desthilatdariya AKP'ê bi êrîşên qirkirinê re veguheran enqazekî, ekîbê şaredariyê û gel bi hev re hewl didin ji nû ve ava bikin. -
Li Mêrdînê cenazeyekî din hat teşxîskirin
Yek ji cenazeyên kesên ji aliyê hêzên dewletê ve li Hezexê hatin qetilkirin û anîn Mêrdînê, hat tespîtkirin ku yê Abdullah Ecevît ê 39 salî ye. -
Greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î di roja 7. de ye
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tên ragirtin, ev hefteyeke di greva birçîbûnê ya dorveger-bêdawî de ne.