Êlihê agirê Newrozê pêxist

Welatiya li Taxa Baglar a Êlihê agirê Newrozê yê destpêkê pêxist, hêzên dewleta Tirk xwe ranegirtin û êrîş kirin.

Welatiyên li Taxa Baglar a Êlihê, agirê Newroza yekemîn a vê salê pêxistin. Ji bilî gelek welatiyan Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, rêveberên DBP û HDP’ê jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Li dora agir bi stranên şoreşê govend hatin gerandin. Dirûşmeyên, “Bijî Newroz” û “Bijî Berxwedana Cizîr/Sûrê” hatin berzkirin, saet 19.00’an li çar aliyê bajêr fîşekên hewayî hatin avêtin.

Hêzên dewletê xwe li pîrozbahiya Newrozê ranegirtin û bi ava şid, bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî welatiyan kirin. Welatiyên li ser êrîşa polîsan li kolanan belav bûn, bi kevir û fîşekên hewayî parastina xwe kirin.