BI DÎMEN

Balafirên şer ên Tirk gundên Qendîlê kirin hedef

Duh êvarî balafirên şer ên Tirk ji Herêmên Parastinê yên Medyayê Herêma Qendîlê bomberdûman kir. Di êrîşa ku gundên Qendîlê hatin hedefgirtin de zerarek mezin çêbû.

Duh êvarî balafirên şer ên Tirk ji Herêmên Parastinê yên Medyayê Herêma Qendîlê bomberdûman kir. Di êrîşa ku gundên Qendîlê hatin hedefgirtin de zerarek mezin çêbû. Danê êvarî saet 20.00-23.00’an bi piştgiriya pêgerên hewayî yên keşfê, balafirên şer derdora gundên Enzê, Pirdeşalê û Kalatukayê bombe kirin.

Balafirên şer ên Tirk êvara 9’ê Adarê derdora gundên Qendîlê bombe kirin. Di encama bombekirina gundên ku sivîl lê dijîn de ji bilî malan goristanan jî zerar dîtin. Li qada ku texrîbata xwezayî çêbû, şibekayên malan şkestin, gundên mexdûr bûne li hember hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ji ber li hember bombekirina balafirên Tirk bêdeng dimînin, nerazîbûn nîşan dan.

BALAFIRAN LI GORISTANAN DAN

Ji êrîşên qirkirinê yên AKP’ê dane destpêkirin, Başûrê Kurdistanê jî bandor dibe. Balafirên şer ên Tirk duh êvarî goristana gundê Pirdeşal ê li herêma Qendîl a li Başûrê Kurdistanê bombe kir, goristanê zerarek cîdî dît.

MALÊN GUNDÊ ENZÊ ZERAR DÎTIN

Di encama balafirên şer ên Tirk derdora gundê Enzê bomberdûman kir de şibekayên hin malan, dibistanek û maleke ku mamoste lê ne şkestin.  Gundiyên ku malên wan zerar dîtin bi taybet bêdengbûna hikûmeta Başûrê Kurdistanê rexne kirin. Nevzat Mahmût ê şibakeyên malên wî şkestin, diyar kir ku di encama bombekirina balafirên şer ên Tirk de jiyangehên wan hatine bombekirin û ji ber vê jî baxçeyên gundiyên, sewal û malên wan zerar dîtine.

Nevzat Mahmût bûyerên duh êvarî wiha vegot: “Duh êvarî nêzî saet 09.00’an balafirên şer ên Tirk gundê me bombe kirin. Gelê li gund ji bomberdûmanê bandor bûn. Şibakeyên gelek malan şkestin û di malan de zerarên mezin çêbûn. Dewleta Tirk ji ber balafira Rûs kete sînorê wê xist. Lê balafirên şer ên Tirk bi mehan e tevî li Başûrê Kurdistanê gel bombe dike jî hikumeta herêmê û hikumeta navendî bêdeng dimîne. Êdî divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê li ber van bombekirinan bêdeng nemîne.”