Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Ecevît hate definkirin
Siyasetmedarê Kurd Abdullah Ecevît ê ku li Hezexê hate qetilkirin li Goristana Asrî ya Cizîrê hate definkirin.
Siyasetmedarê Kurd Abdullah Ecevît ê ku li Hezexê hate qetilkirin li Goristana Asrî ya Cizîrê hate definkirin.
Siyasetmedarê Kurd Abdullah Ecevît (39) ê li navçeya Hezexê ya Şirnexê xebatên partiyê dimeşand ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin. Cenazeyê Ecevît anîn Cizîrê û ji aliyê sedan kesan ve li Goristana Asrî ya Cizîrê bi merasîmekê hate definkirin. Malbat, rêveberên MEYA-DER, HDP û DBP'ê, parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz jî beşdarî merasîmê bûn. Di merasîma cenaze de welatiyan li hemberî dewleta ku sivîlan qetil dike nerazîbûn nîşan dan.
Parlamenter Sariyildiz li goristanê axaftineke kurt kir û wiha got: "Hevalê me Abdullah demeke dirêj di xebatên civakî de xebitî. Dema ku ez dihatim Hezexê me hevûdu didît. Bi dilnizmiya xwe ve dihat nasîn û bi vî rengî ji aliyê gelê Botanê ve dihat hezkirin. Qetilkirina vî hevalê me windahiyekî mezin e, ev wê bibe sedema xurtkirina têkoşînê. Em soz didin ku têkoşîna wî bidomînin. Oxir be hevrêyê xweşik."
Ecevît ê ku 25 sal in di xebatên siyasî de ye, 10 salan li girtîgehê ma û bi şerta kontrola edlî hatibû berdan.