Greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î di roja 7. de ye

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tên ragirtin, ev hefteyeke di greva birçîbûnê ya dorveger-bêdawî de ne.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tên ragirtin, ev hefteyeke di greva birçîbûnê ya dorveger-bêdawî de ne.

Girtiyên di 4'ê Adarê de dest bi grevê kirin dixwazin mercên tenduristiyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên ewlekirin, muzakere ji nû ve destpê bikin, îlanên xwerêveberiyê yên li Kurdistanê werin qebûlkirin, dorpêçiya li ser qadên xwerêveberiya demokratîk bên rakirin û statuyek ji wan re bê dayîn.