Ji bo Sûrê banga gel, hişyarî ji bo AKP’ê

Têkildarî qetlîamên li Sûrê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de ji bo Sûrê bang li gelê Amedê hat kirin ku berê xwe bidin Sûrê, hişyariya “ Sebra gelê me nepîvin” li AKP’ê hat kirin.

Cizre benzeri bir katliam girişimine karşı Sur'da basın açıklaması düzenlendi. Dicle Fırat Kültür Merkezi'nde HDP, KJA, DBP yöneticileri, Amed Büyükşehir Belediyesi Eşbaşkanı Fırat Anlı ve alana gelen çok sayıda kişi Melikahmet Caddesi üzerinde açıklama yaptı.

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şimşek di daxuyaniya ku dirûşmên "Bijî berxwedana Sûrê" û "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" hatin berzkirin de axivî û bal kişand ser abluka û êrîşên li ser navçeyê. Şimşek destnîşan kir ku bi daxuyaniyên operasyon bi dawî bûne re dixwazin agahîgirtina welatiyan asteng bikin û wiha got: "Malbatên kesên di nav van 2 mehan de jiyana xwe ji dest dane nikarin cenazeyên xizmên xwe bigirin. Ev rewş nayê qebûlkirin."

'BILA HERÊM JI BO DERBASBÛNÊ WERE VEKIRIN'

Şîmşek da zanîn ku ji sivîlên di bin bombebaranê de ne 3 roj in agahî nayê wergirtin û wiha berdewam kir: "Em di nav fikaran de ne ku komkujiyek pêk hatibe. Ji ber ku em ti agahiyan ji sivîlên nagirin. Ji bo ku agahiyên zelal werin girtin divê herêm ji bo derbasbûnê were vekirin. Divê gelê me bertekên demokratîk derxe holê û bi berxwedanê divê em bikevin van qadan." 

'DIVÊ HER KES BIHERIKE SURÊ'

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp jî got ku ji bo derxistina sivîlan hin hewldanên wan çêbûne, lê belê gelek kesên hatine derxistin jî hatine girtin. Yîgîtalp wiha berdewam kir: "Divê her kes barê mirovahiyê ku dikeve ser milên wan hilbigire û peywira xwe bi cih bîne. Ligel ku di hundir de sivîl hene jî Sûr tê bombebarankirin. Divê her kes biherike Sûrê." 

Her wiha malbatên ku ji bo zarokên xwe li Sumerparkê di nobetê de bûn wê ji vir pê de li Navenda Çandê ya Dicle Firatê nobedê berdewam bikin.