Li Meletî û Rihayê 9 kes hatin girtin

Di serdegirtinên li ser mal û wargehên xwendekaran ên li Meletî û Dêrsimê ji kesên hatin binçavkirin 9 kes hatin girtin.

Di serdegitinên beriya du rojan ên li hember xwedekarên li Zanîngeha Înonu ya Meletiyê, Dîlek Karakaş, Royan Demîrkol, Berîtan Înan, Mûazzez Kaya, Reşît Bîlgîn, Mahmût Îlîk, Şûrkrû Ozalp, Serhat Açiktepe, Ahmet Varli û Huseyîn Tosûn piştî îfadeyên wan ên li emniyetê hatin girtin, sewqî edliyeyê hatin kirin. 10 xwendekar bi sûcê beşdarî meşa “Bîranîna Tahîr Elçî”, “Bîranîna Roboskiyê” û şermezarkirina “Qedexeya derketina kolanan a li Farqînê” û “beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê” bûne, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Mahmût Îlîk, Royan Demîrkol ji şertê kontrola edlî serbest hatin berdan û 8 xwendekarên din bi îdîaya “Endamê rêxistinê ne” hatin girtin û birin Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê.

Di serdegirtênên malan ên li navçeya Pêrtag û Xozat ên Elezîz û Dêrsimê, Fikrî Karakûş, Mehmet Alî Can, Hayatî Balik û kesekî navê wî nehat zanîn hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin. Bi daxwaza girtinê 4 kesên ku sewqî dadgehê kirin, 3 jê serbest hatin berdan, Fîkrî Karakûş bi hinceta “Endamê rêxistinê ye” hat girtin û şandin Girtîgeha Sergirtî ya Elezîzê.