'Ji bo zarokên Kurd polîtîk nebin, dewlet bi hovane êrîş dike'
Sedat Yagcioglû yê li ser 'zarokên keviran davêjin' lêkolîn kir anî ziman, ku zarok hem ji ber tiştên dîtine, hem jî bi rêya bîra civakî polîtîk bûne.
Sedat Yagcioglû yê li ser 'zarokên keviran davêjin' lêkolîn kir anî ziman, ku zarok hem ji ber tiştên dîtine, hem jî bi rêya bîra civakî polîtîk bûne.
Sedat Yagcioglû yê li ser 'zarokên keviran davêjin' lêkolîn kir anî ziman, ku zarok hem ji ber tiştên dîtine, hem jî bi rêya bîra civakî polîtîk bûne. Yagcioglû da xuyakirin, ku dewlet bi van êrîşên xwe yên dijwar re dixwaze pêşî li polîtîkbûna zarokan bigire û berxwedanê bişikîne.
Nivîskarê pirtûka bi navê "Taş Dile Geldiğinde-Dema Kevir Daxive" Hîndekarê Lêkolîner ê Zanîngeha Hacettepeyê Sedat Yagcioglû der barê zarokên li bajarên Kurdistanê tên qetilkirin de ji ANF'ê re axivî.
Yagcioglû diyar kir, zarok aktorên herî dînamîk ên tevgerên civakî ne û destnîşan kir, ku li hemberî polîtîkayên qetlîamker ên dewletê yên li hemberî gelê Kurd, zarok hem ji ber bûyerên dîtine, hem jî ji ber mîrateya bîra civakî polîtîk bûne û qet dest ji berxwedanê bernedane.
Yagcioglû ev nirxandin kir: "Dewletê, bi taybetî ev 10 sal in, ji berxwedana Amedê ya 2006'an û vir ve qet dest ji zarokan berneda. Armanca xwe ya bingehîn pêşîgirtina li polîtîkbûyîna zarokan û şikandina berxwedana wan e. Lê belê şaşîtiyeke dîrokî dike. Şerê ji Tebaxê û vir ve li Kurdistanê tê meşandin, êdî zarok û ciwanan ji gotina 'aştiyê' dûr dixîne.
Li gorî min, mirov dikarin pratîka berxwedanê ya zarokên Kurd di vê çarçoveya dîrokî de binirxînin; Salên 90'î serdemeke zordar bû, ku malên wan hatin şewitandin, malbat û xizmên wan tevlî nava refên gerîla bûn yan jî bi zora dewletê îşkence li wna hat kirin û dîl hatin girtin. Piştî vê, demeke kurt jî be pêvajoyeke bêçalakîtiyê rû da. Pêvajoya 'aştiyê' ku daxwazên tevgear azadiyê ya Kurd ji nû ve hatin destnîşankirin û bi hemû mekanîzmayên xwe re saziyên xwe yên xwerêveberiyê ava kir. Û herî dawî jî pêvajoya polîtîkayên şerê kirêt, ku bi komkujiyên li Pirsûs û Enqereyê re dewletê di bin navê 'qedexeya derketina derve' de li Kurdistanê xist meriyetê. Bêguman divê li vê demê hêviya bi şoreşa Rojava re derket holê, were zêdekirin."
SEDEMA ÊRÎŞÊN EWÇEND DIJWAR ÊN DEWLETÊ, TIRSA JI ZAROKÊN KURD E
Yagcioglû da zanîn, ku di van pêvajoyan de zarokên Kurd di nava siyasetê de ji xwe re cihek vekirin û got, "Li gorî lêkolînên xwe bi awayekî zelal dibêjim; dewlet jî, her wiha li hin cihan tevgera azadiyê ya gelê Kurd jî, li ser zarokan nikarîbûn bibin hêza diyarker. Zarokan ji xwe re qadeke xweser afirandin, bi biryarên xwe, bi vîna xwe tevgeriyan. 'Zarokên keviran davêjin' ên li dijî şîdeta dewletê li ber xwe didin, vaye îro di pêvajoya avakirina xwerêveberiyê de dan qebûlkirin ku ew kirde ne, hêza diyarker in."
Hîndekar Yagcioglû anî ziman, ku sedema êrîşa dewletê ya ji bo kuştina zarokên Kurd, tirsa ji vê pratîka têkoşîna xweser a zarokên Kurd e û ev tespît kir: "Bi ragirtina li girtîgehan re xwest dîl bigire, lê nebû. Mafên wan ên perwerde, tenduristî, bêhnvedan, lîstikan bi lîstikan bi rêk û pêk talan kir, lê nebû. Niha dixwaze yekser tine bike. Lê ew ê jî nebe. Çi zû çi jî dereng, dewlet wê bibîne ku li şûna her zarokekî tê qetilkirin, hevrêyên wan ên zarok wê bêhtir xurt bibin û li ber xwe bidin."