Şandeya Rojava Muzeya Luxemboûrgê ziyaret kir

Şaneya Rojavayê Kurdistanê ya li Luxemboûrgê serdana Muzeyê berxwedaniya Luxemboûrgê ya li hemberî Naziyan kir.

Şandeya Rojavayê Kurdistanê ya ji Serokê Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê  Dr. Ebdulkerîm Umer, Berdevka YPJ’ê Nesrîn Ebdullah, Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya YPJ’ê Îman El-Derwîş pêk tê li Ewropayê serdanên xwe dewam dike.

Şandeyê serdana Muzeyê Berxwedanê ya Luxemboûrgê kir. Li wir ji aliyê Rêveberê Muzeyê Frank Schroeder ve hat pêşwazîkirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê şandeyê destek gul danî ser peykerê şehîdên berxwedaniya gelê Luxemboûrgê ya li hemberî Naziyan.

Endamên şandeyê di serdana xwe ya ji bo Muzeyê de axivîn û gotin ku Kurd jî li dijî faşîzma DAIŞ û rêxistinên terorîst li şûna tevahiya li ber xwe dide û ji nû ve dîroka berdxwedaniyê dinivîse.

...