Malbatên Roboskî: Wê AKP bi qetlîaman bê nasîn

Lêgerîna malbatên Roboskî ya ji bo edaletê didome. Malbatên Roboskî, berpirsê qetlîamên Enqere, Pirsûs, Sûr, Silopiya û Hezexê AKP’e nîşan dan.

Li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê, di encama bomberdûmana balafirên şer ên bi fermana desthilatdariya AKP’ê ya 28’ê Kanûnê 2011’an de 34 sivîl qetilkirin, malbat di hefteya 219. a qetlîamê de li ser goristanên zarokên xwe kom bûn. Malbatên ku daxwaza xwe ya edalê dubare kirin û pankarta “Ji bo Roboskiyê, ji bo edaletê faîl bila bên lêpirsîn” vekirin.

‘SED SALIN TÊN QETILKIRIN’

Li ser navê malbatan Bêrîvan Encu axivî û wiha got: “Li Cizîrê, Silopiya, Sûr û Hezexê bi hezaran leşker bi tank û topan di bin navê ‘Qedexeya kolanan” de pîştî oparasyon pêk anîn, AKP û medyaya hevkar bi gotinên “Êdî li vir oparasyon bi dawî bûn, aramî pêk tê û hatin paqijkirin’ kêfxweşiya xwe tînin ziman, bila baş bizanibin, xwîna tê rijandin bi aştiyê tê paqijkirin.”

Encu wiha bang li AKP’ê kir: “Bi salan polîtîkayên nêzî vê yên ji beriya we jî ev ceribandin. Çawa ku dîrok ew bi qetlîamên wan ve bi bîr tîne, dîrok wê we jî bi heman şêwazî bi bîr bîne. Di bin navê aramî, nîzama gelemperî li Sûr,Cizîr, Hezex û Silopiyayê qetlîam pêk hatin, sed hezaran koçber, bajarên ku hatine talankirin mane.

‘DIVÊ ERDOGAN LI HEMBER BIRYARA ROBOSKIYAN RÊZDAR BE’

Encu diyar kir ku berpirsiyarê qetlîamên li Roboskî, Pirsûs û Enqereyê desthilatdariya AKP’ê ye û li Cizîr, Sûr,Silopiya û Hezexê qetlîamên nû û sûcê dijî mirovahiyê dike. Encu wiha anî ziman: “Îro hiqûq û daraz, sucê Serokkomar û partiya desthilatdar AKP’ê diparêze. Erdogan ê ku ji bo Biryara dadgeha destura bingehîn a ji bo Can Dundar û Erdem Gul got, ‘Ez rêz nadimê û napejirînim jî’ ji bo biryara redkirina qetlîama Roboskiyê jî gelek rêzdar nêz bû.”

‘QETLÎAM Û DIZIYÊN XWE VEDIŞÊRIN’

Bêrîvan Encu li hember gefa ‘destlênedana’ li ser parlamenter û hevserokên giştî yê HDP’ê jî bertek nîşan da û wiha axivî: “Kampanyaya lînçkirin û destlênedana ku li hember parlamenterên HDP’ê tê meşandin tê wê wateyê ku ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj, qetlîam û diziyên xwe serveşartî bikine. Parlamenterên me rûmeta me ne, ew îradeya me ne.”