Cenazeyê 10 kesên ku li Cizîrê hatin qetilkirin li Silopiyayê hatin definkirin

Cenazeyê 10 kesên ku li Cizîrê hatin qetilkirin û ji bo otopsiyê rakiribûn Xabûrê, li Silopiyayê hatin definkirin.

Cenazeyê 10 kesên ku li Cizîrê hatin qetilkirin û ji bo otopsiyê rakiribûn Xabûrê, li Silopiyayê hatin definkirin.

Piştî êrîşa hêzên dewleta Tirk a li ser birîndarên di jêrzemînên li Cizîra Şirnexê de asê mane hatin qetilkirin û rakirin ATK’ya li Deriyê Sînorê Xabûrê, nasnameyên 10 ji wan nehatin zelalkirin. 10 cenazeyên ku nasnameyên wan nehatin zelalkirin, îro ji aliyê personelên Şaredariya Silopiyayê ve li goristana Taxa Yenîşehîrê definkirin.

Ji 77 cenazeyên ku li Cizîrê di dîrokên cuda de hatin qetilkirin û rakiribûn Xabûrê, heta niha 30 cenaze ji ber ku nasnameya wan nehatin zelalkirin li şehîdgehê hatin definkirin, 38 cenaze ji aliyê malbatan ve hatin girtin.

Li Xabûrê hê 9 cenaze tên ragirtin.