Ciwanên vî gundî ji ber xwe ve ji bo gundiyan xaniyan çêdikin

Gundiyên li taxa Kergez a Qelqeliyê dijîn, jiyana komunal bi hev re dixin meriyetê.

Gundiyên li taxa Kergez a Qelqeliyê dijîn, jiyana komunal bi hev re dixin meriyetê. Gundî, ji bo malbateke pêwîstiya xwe bi xanî heye, bi hev re xaniyekî çêdikin û bi vî rengî pêşî li talana di bin navê 'projeyên veguherîn bajêr' tê kirin, digirin.

Ciwanên taxa Kergez a navçeya Wan Qelqeiyê, bi hev re xanî ji bo malbatên pêwîstiya xwe bi xaniyan heye çêdikin û hewl didin jiyaneke komunal biafirînin. Ciwanên alîkariyê didin her kesên dixwazin ji xwe re xanî çêbikin, bi rojan kar dikin û pirsgirêka stargehê ya gel çareser dikin. Di berdêla vî karî de jî ciwan tiştekî nagirin. Xwarina ji bo ciwanan jî gundî amade dikin. Ciwanên ku bi desteka gundiyan karê înşaetê zû diqedînin dibêjin, "Em bi xwe bersivê didin pêdiviya gelê xwe ya stargehê. Divê her kes bi vî rengî tevbigerin."

'DEMA KED BIGIHÊJE HEV, EM DIKARIN HEMÛ PIRSGIRÊKÊN XWE BI XWE ÇARESER BIKIN'

Malzemeyên di çêkirina xanî de tên bikaranîn jî ji aliyê gundiyan ve tên peydakirin. Ji van karkerên ku bi piştgiriyê re hewl didin pirsgirêka stargehê ya welatiyan çareser bikin Halîl Bagci destnîşan kir, ku kengî ked gihaşt hev, pirsgirêkên gelekî girîng jî dikarin werin çareserkirin. Bagci got, "Eger li gund wê xaniyek bê çêkirin, hevalên ku mehên havînê diçin bajarên rojava ji bo kar, ew jî tên û her kes bi hev re tevlî vî karê çêkirina xanî dibe. Di nava me de hostayên kevir, hesin, ban, sewax û fayansan hene. Kes li giraniya karê xwe nanihêre, yekser karê xwe dike. Ya rast, em bi vî karî re kêfxweş dibin. Hemû ciwanên Kurd em li hev dicivin."

'NE TENÊ ÇÊKIRINA XANÎ, DI KARÊ ZEVIYIAN DE JÎ BI HEV RE DIXEBITIN'

Mehmet Salih Orenlî yê weke hostayê înşaeta xanî dixebite jî, bal kişand ser girîngiya piştevanî û hevpariyê û got, "Demeke dirêj e em bi vî rengî dixebitin. Di mijara çêkirina xaniyan ji bo gundiyan, me destekeke mezin dît. Lewma me biryara vê dan. Ne tenê çêkirina xaniyan, di karê erd û zeviyan de jî em bi hev re dixebitin. Em bi dorê ka û genimê her kesî berhev dikin. Di nava me de baweriya ji hev û piştevanî derket holê."

...