Başderbûna îmzeyan a takekesî ya ku li Strasboûrgê kom bûn pêşkêşî DMME’yê kirin

Çalakiya konê berxwedanê ya Kurdistaniyên li bajarê Strasboûrgê ya li Fransayê ku li pêşiya avahiya KE û DMME’yê dane destpêkirin, di roja 17. de ye.

Çalakiya konê berxwedanê ya Kurdistaniyên li bajarê Strasboûrgê ya li Fransayê ku li pêşiya avahiya KE û DMME’yê dane destpêkirin, di roja 17. de ye. Çalakvanan îro meşek li dar xistin, têkildarî qetlîamên li Kurdistanê ku bi daxwaza serlêdana ferdî beşdarî bibin, îmzayên ku nêzî hezarî kom kirin  û pêşkêşî DMME’yê kirin.

Di çalakiya ku her roj nêzî sedan kes bi awayekî dorveger beşdar dibin de Kurdistaniyên ku îro cilên spî li xwe kirin, li cihê kon meşek heta pêşiya avahiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME)’yê li dar xistin. Çalavanan dirûşmên dijî bêdengbûna Ewropa qîr kirin, li pêşiya avahiya DMME’yê al û wêneyên kesên hatin qetilkirin hilgirtin.

Çalakvanan piştre têkildarî qetlîamên li Kurdistanê daxwaza serlêdana ferdî beşdarî hevdîtin û hevdîtinên DMME’yê bibin, metna îmzayan pêşkêşî rayedaran kirin. Bi rêya heyetê dosyaya nêzî hezar îmze tê de bûn, pêşkêş kirin.

Çalavanan beriya niha metna hezar û 200 kesan serlêdana ferdî kiribûn, pêşkêşî DMME’yê kiribû.

Piştî hevdîtina bi rayedarên DMME’yê re Kurdistaniyan bi dirûşman ber bi avahiya Konseya Ewropayê (KE) ya ku konê berxwedanê lê hatiye vekirin ve meşiyan.

WÊ ROJA ŞEMIYÊ MEŞEK BÊ LIDARXISTIN

Li navenda Strasboûrgê 12’ê Adarê roja Şemiyê wê meşek û mîtîngek bê lidarxistin.

...