Ji Sûrê 4 cenaze hatin derxistin
Piştî daxuyaniyên têkîldarî bidawîbûna operasyonên li ser Sûra Amedê, di êrîşên îro jî dewam kirin de 4 kes hatin qetilkirin. Cenazeyê 4 kesan jî rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.

Her çiqasî duh Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala têkîldarî navçeya Sûr a Amedê got “Operasyon bi dawî bûn” jî îro li hember navçeyê êrîşan dewam kir. Hat ragihandin ku di encama êrîşan de 4 kes hatine qetilkirin. Li gor agahiya ji Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Alî Şîmşek cenazeyên 2 jê jin 4 kesan rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolîn a Gazî Yaşargîl a Amedê. Têkîldarî nasnameyên cenazeyan agahî nehatin bidestxistin, tê îdîakirin ku li Sûrê bi giştî 10 cenaze hene.