BI DÎMEN

'Duh Qamişlo, îro Sûr û Cizîr'

Ji şahidên komkujiya Qamişlo gerîla Delîla Ararat got, "Zîhniyeta li Qamişlo komkujî kir, îro li Bakurê Kurdistanê li Cizîr û Sûrê komkujiyan dike."

Ji şahidên komkujiya Qamişlo gerîla Delîla Ararat got, "Zîhniyeta li Qamişlo komkujî kir, îro li Bakurê Kurdistanê li Cizîr û Sûrê komkujiyan dike. Lê mîna duh li Qamişloyê, îro jî gelê me bi berxwedaneke mezin bersivê dide komkujiyan."

Di 12'ê Adara 2004'an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, rejîma Esad neteweperestên Ereb bi kar anî û li hemberî gelê Kurd komkujî kir. Di vê komkujiya ku bi bahaneya maçeke futbolê hat kirin de bi dehan Kurd hatin qetilkirin. Di heman demê de bi vê komkujiyê re hat xwestin, vîna Kurdên li Rojava dijîn teslîm were girtin. Lê gelê Kurd berxwedaneke mezin nîşan da û ev komkujî pûç kir. Gelê Kurd ê li dijî komkujiya Qamişlo li ber xwe da, bi şoreşa îro ya Rojavayê Kurdistanê re nîşan da ku ew ê ti carî serî li ber komkujiyan netewîne.

Delîla Ararat ku di dema komkujiyê de zarok bû û di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû, komkujî qet ji bîra wê neçûye.

'REJÎMA ESAD JI BO KOMKUJIYÊ AMADEKARÎ KIRIBÛ'

Ararat da xuyakirin, ku rejîma Esad bi çewisandina gelê Kurd re dixwest çavê mirovan bitirsîne û anî ziman, rejîmê ji bo komkujiyê amadekarî kiribû.

Ararat got, "Maça futbolê ji bo vê bû bahaneyek. Bi komkujiyê re xwestin Kurdan bitirsînin. gelên Kurd û Ereb li hemberî hev rakirin. Ji xwe beriya maçê jî çek, ço û kevir amade kiribûn. Bi vî rengî komkujî kirin. Şehadet çêbûn."

'DEMA BERXWEDAN HAT NÎŞANDAN, REJÎM ŞOQ BÛ'

Ararat diyar kir, gelê Kurd bi berxwedanê re bersiv daye komkujiyê û bi yekîtiyê li dijî êrîşan derketine. Ararat ragihand, rejîm ne li benda berxwedaneke bi vî rengî bû û berxwedana Kurdan a bi wêrekî rejîma Esad şoq kir.

'KOMKUJIYÊN LI BAKURÊ KURDISTANÊ JI YA QAMIŞLO NE CUDA NE'

Gerîla Delîla Ararat da zanîn, ku komkujiya Qamişlo ji bo gelê Kurd komkujiyeke nû nîne, di herikîna dîrokê de gelek caran li hemberî Kurdan komkujî hatine kirin û got, "Di roja îro de jî hewl tê dayîn li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê komkujî li hemberî gelê Kurd werin kirin. Komkujiya Şengalê komkujiyek li hemberî tevahiya gelê Kurd bû. Lê belê bi pêşengiya PKK'ê civaka me ya Êzidî li wir li ber xwe da. Îro li Amed, Sûr û Cizîrê bi destê AKP'ê dewleta Tirk hewl dide komkujiyan bike. Mejiyê qetlîamker ê li Bakurê Kurdistanê ji yê li Qamişlo ne cuda ye. Lê belê gelê Kurd berxwedaneke mezin nîşand ide. Ya ku dixwazin îro bînin serê Kurdan, ji komkujiya li Qamişlo cudatir nîne. Lê belê li hemberî her komkujiyeke tê xwestin bê kirin, gelê Kurd berxwedaneke mezin nîşan dide."