Li Mêrdînê cenazeyekî din hat teşxîskirin
Yek ji cenazeyên kesên ji aliyê hêzên dewletê ve li Hezexê hatin qetilkirin û anîn Mêrdînê, hat tespîtkirin ku yê Abdullah Ecevît ê 39 salî ye.
Yek ji cenazeyên kesên ji aliyê hêzên dewletê ve li Hezexê hatin qetilkirin û anîn Mêrdînê, hat tespîtkirin ku yê Abdullah Ecevît ê 39 salî ye.
Karê otopsiyê yê li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê dewam dike. Yek ji cenazeyên ji Hezexê rakirin Mêrdînê hat teşxîskirin. Malbata Abdullah Ecevît ê 39 salî cenazeyê xwe teşxîs kir.
Cenazeyê Ecevît piştre radestî malbatê hat kirin. Malbatê ji bo veşartina cenaze berê xwe da Cziîrê.
Li aliyê din, tevî 8 cenazeyên duh êvarê ji Hezexê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, hejmara cenazeyên niha li nexweşxaneyê ne 31 e. Karê otopsiyê dewam dike.