Êrîşên li hemberî Şêxmeqsûd dewam dikin: 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Êrîşên çeteyan ên lihemberî taxa Kurdan a Helebê Şêxmeqsûd dewam dikin. Di van êrîşan de 2 sivîlên din jiyana xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.

Çeteyên xwe dispêrin hikûmeta AKP'ê, bomberdûman û êrîşên xwe yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd didomînin. Di bomberdûmana ku hînê dewam dike de, 2 sivîlên din jiyana xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn. Şêniyên taxê birîndar rakirin Navenda Tenduristiyê ya Heyva Sor.

YPG BERSIVÊ DIDE ÊRÎŞAN

Li ser bersiva hêzên YPG'ê, li herêmê şer qewimî. Şerê duh bi şev destpê kir, heta danê sibehê dewam kir. Lê belê der barê detayên şer agahiyeke zelal bi dest neket.

Sekvanên komên çete yên li avahiyên bilind ên taxa Benî Zeyd bi cih bûne, gelê Şêxmeqsûd hedef digirin.