Hêzên YBŞ/YJŞ’ê “Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo” dan destpêkirin

Hêzên YBŞ/YJŞ’ê ji bo rizgarkirina rojavayê Şengalê “Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo” dan destpêkirin.

Hêzên YBŞ/YJŞ’ê ji bo rizgarkirina rojavayê Şengalê “Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo” dan destpêkirin.

Fermandariya YBŞ/YJŞ’ê diyar kir ku di pêngavê de bi dehan çete hatin kuştin, wiha got: “Hêzên me di operasyona ku 2 roj in dane destpêkirin de qadek 10 kîlometre rizgar kir. Di operasyona îro de hêzên me Fetlerêya Ebû Cerîs a ku li sêgoşeya Şengal-Hol-Şeddadê nuqteya kontrola rê ye, xistin bin kontrolê. Di operasyonê de bi dehan çete hatin kuştin û gelek cenaze û cebilxaneyên çeteyan hat desteserkirin.”

Di dawiya daxuyaniya Fermandariya YBŞ/YJŞ’ê de hat diyarkirin ku operasyon dewam dike, hat ragihandin ku wê daxuyaniya berfireh piştre bi raya giştî re bê parvekirin.