Li 'jêrzemîna berxwedanê' ya duyemîn a li Cizîrê enqaz tê rakirin

Li duyemîn 'jêrzemîna berxwedanê' ya li Cizîrê, xebatên kolandinê destpê kir. Tê texmînkirin ku di binê xirbeyê avahiyê de cenaze hebin.

Li duyemîn 'jêrzemîna berxwedanê' ya li Cizîrê, xebatên kolandinê destpê kir. Tê texmînkirin ku di binê xirbeyê avahiyê de cenaze hebin.

Piştî serlêdana li Dozgeriya Komarê ya Cizîrê hat kirin, ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bi rakirina xirbeyê avahiyê kirin.

Enqazê di bin çavdêriya polîsan de bi kepçeyê tê rakirin. Ev xebat di heman demê de tê qeydkirin.