Wehşeta li Cizîrê wê biçe ber destê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî
Wehşeta li Cizîrê, ku qedexeya derketina derve bi rojê lê hatiye rakirin, diçe ber destê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî.
Wehşeta li Cizîrê, ku qedexeya derketina derve bi rojê lê hatiye rakirin, diçe ber destê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî.
Wehşeta li Cizîrê, ku qedexeya derketina derve bi rojê lê hatiye rakirin, diçe ber destê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî. Ji Baroya Şirnexê parêzer Sertaş Ozkan ku di dema qedexeya derketina derve de şahidî ji gelek binpêkirinên mafên mirovan re kir, ji hemû malbatên zerara can û mal li wan bûne xwest, serî li Komîsyona Hiqûqê ya Baroya wan bidin.
Komîsyonên hiqûqê yên piştî komkujiya li Cizîrê dest bi karê tespîtkirina windahiya can û mal kirin, xebatên xwe didomînin. Cizîriyên ku kuştin, komkujî û wehşet bi serê wan de hat, niha jî bi beyanên 'şahidên veşartî' bi sedan ji wan tên girtin. Parêzer Sertaç Ozkan da xuyakirin, ku bêyî agahî ji parêzeran re bê dayîn mirov tên girtin û anî ziman, ku ew nikare xwe bigihînin gelek kesan. Ozkan got, "Qedexeya derketina derve ya 90 rojî ya li Cizîrê hem li dijî peymanên navneteweyî yên Tirkiye aliyekî wê ye, hem jî li hemberî qanûnên Tirkiyeyê bi xwe ye. Li ser hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane jî heta niha agahiyeke zelal nîne. Ji ber ku hînê ji binê xirbeyên xaniyan cenazeyên hatine şewitandin tên dîtin. Cenazeyên ku nayên naskirin. Gelek ji malbatên ji bo testa DNA xwîn dane, hînê cenazeyên xwe nedîtine. Lewma em li ser hemû aliyên binpêkirinên di dema qedexeya derketina derve de hatine kirin radiwestin. Li ber destê me lîsteya mirovên hatine qetilkirin hene, lê lîsteya mirovên hatine binçavkirin û girtin nîne. Em ê di rojên pêş de bi raya giştî re parve bikin bê çend kes hatine qetilkirin û çend kes li girtîgehan tên ragirtin. Di nava van şert û mercan de peydakirina agahiyeke zelal di vî warî de wê hinekî demekê dewam bike.
Welatiyên niha li Cizîrê hatine binçavkirin û girtin weke 'endamê/a rêxistinê' tên sûcdarkirin. Tevî ku ti agahî û delîleke şênber nîne jî, li gorî beyanên 'şahidê veşartî' ev mirov tên binçavkirin ûg irtin. Di nava 90 rojên qedexeya derketina derve ve bi awayekî cidî mafên mirovan hatin binpêkirin. Ji xwe gelek kes bêyî parêzer li gel wan amade bin hatin darizandin û di encama vê darizandina neçê de hatin girtin."
Ozkan da xuyakirin, ku ew ê têkildarî sivîlên li jêrzemînên berxwedanê hatin qetilkirin de serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bidin û got, "Raya giştî jî pê dizane; têkildarî van sivîlên li jêrzemînan asê man Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara tedbîrê wergirtibû. Lê belê Tirkiye li gorî berpirsyariya vê biryara tedbîrê tevnegeriya. Doza li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Cizîrê dewam dike. Me bi taybetî têkildarî mirovên li jêrzemînan hatin qetilkirin, komîsyonek ava kirin. Em ê hem doza tazmînatê vekin, hem jî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî dozê vekin. Di vî warî de me agahî da temamiya malbatên mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin û di vî warî de karên me yên hiqûqî dewam dikin."
Ozkan anî ziman, ku li Cizîrê hiqûq ji holê hatiye rakirin û diyar kir, di dema qedexeya derketina derve de ew carekê çûye avahiya Edliyeyê û nema kariye vegere malê. Piştî ku komîsyona me serlêdanên malbatan wergirt, wê ji aliyê rewşa hiqûqî û ceza ve giliyê bike û dozan veke. Me niha di bin sîwana Baroya Şirnexê de komîsyon ava kirine û welatiyên me ji bo wergirtina alîkariya hiqûqî dikarin serlêdanê bikin. Bendewariyên civakê ji me hene, lê dixwazim were zanîn ku li Cizîrê hiqûq hatiye betalkirin. Ez bi xwe di roja 50. a qedexeya derketina derve de neçar mam biçim avahiya edliyeyê, ji ber ku Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret hatibû binçavkirin. Lê belê piştî derketina ji dadgehê, min nikarîbû xwe bigihînim mala xwe. Ji neçarî çûm mala hevalekî xwe yê parêzer. Lewma ti kes nikare qala darizandineke hiqûqî ya li vir bike. Li vir hiqûq hatiye betalkirin."