Cenazeyê Geldîsoz ê li Hezexê hat qetilkirin hat veşartin

Cenazeyê Şevkî Geldîsoz ê li Hezexê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, li Misricê hat veşartin. Konca ya HDP'ê di axaftina xwe ya li merasîmê de got, "Ya ku ji vê xakê biçe, wê faşîzma Erdogan be."

Cenazeyê Şevkî Geldîsoz ê li navçeya Hezexê ya Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin li navçeya Misircê ya Sêrtê bi merasîmekî hate definkirin. Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê cenaze hate wergirtin û ewil anîn mizgefta Yenî Mahalleyê. Li vir demekÊ li benda dayika wî ya li Zozanê Çiyayê Bagokê bû, man. 

Piştî ku dayika wî hat cenaze anîn Goristana Yenî Mahalleyê û piştî rêzgirtinê bi tîlîlî û sloganan hate definkirin. 

Parlamentera HDP'ê Besîme Konca di axaftina xwe ya li vir de diyar kir, ew ê xwedî li cangoriyê têkoşîna azadiyê derkevin û got, "Ya ku ji welatê me biçe AKP û DAIŞ e. Ya ku ji vê axê biçe wê faşîzma Erdogan be."