Malbat agahiyê ji 50 girtiyên siyasî yên hatin sirgûnkirin nagirin

Hikûmeta AKP’ê ya li ser Kurdistanê êrîş û qetlîaman didomîne, rojên bihurî 50 girtiyên li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa T a Şirnexê danê êvarî sirgûn kir, malbat nikarin ji wan agahiyan bigirin.

Hikûmeta AKP’ê ya li ser Kurdistanê êrîş û qetlîaman didomîne, rojên bihurî 50 girtiyên li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa T a Şirnexê danê êvarî sirgûn kir, malbat nikarin ji wan agahiyan bigirin.

Hikûmeta AKP’ê ya li ser berxwedana xwerêveberiya gelê Kurd êrîş û qetlîaman didomîne, ji atmosfera şer sûdê wergire, li ser girtiyên siyasî polîtîkayên sirgûnkirinê xist meriyetê. 50 girtiyên li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa T a Şirnexê diman, êvara 6’ê Sibatê hate gotin ku sirgûnî Rîze, Trabzon û Baybûrtê hatine kirin.

Li gor agahiyên ji parêzerên Şaxa Şirnexê ya Komaleya Mafên Mirovan, 25 girtiyên siyasî ji bo Rizeyê, 14 ji bo Trabzonê û 10 jî ji bo girtîgeha Baybûrtê hatiye sirgûnkirin. Nehatibû zanîn ku bê ka girtiyê siyasî yê bi navê Omer Kabûl sirgûnî kû derê kirine. Xizmên windahiyan xwestin têkîldarî mijarê ji girtîgehan agahiyê bigirin, lê bersiva “kesekî wiha nîne” standin. Kesên ku hatine sirgûnkirin ji ber ne li girtîgehên hatine gotinin, xizmên girtiyan bi fikar in.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin; ; Mahsun Saglam, Metin Deyam, M. Salih Akkoş, Ridvan Yusufoglu, Erdal Incin, Sabri Ormanli, Mehmet Seven, Murat Tak, Nimet Savun, M. Ali Ugur, Orhan Şakar (girtî), Devriş Cabadak, Ramazan Algan, Ali Gorgorlu, Ismet Tokay, Enver Ugur, Siddik Batur, Isa Duman, Halit Izer, M. Şefik Tunç, Mustafa Belge, Emin Urun, Star Gunduz û Selahattin Genç sirgûnî girtîgehên Rizeyê; Derviş Kilinç, Mesut Şengil, Huseyin Bozkurt, Ismet Koluman, Şaban Bugdayci, Leşker Acar, Sadik Aslan, Ahmet Zenger, Remzi Akyurek, Şehmus Çingu, Haci Haykir, Hasan Ölmez, İlhan Şayli û Refik Eren sirgûnî girtîgehên Trabzonê û herî dawî Serhat Kutlu, Ridvan Kilinç, Şemsettin Tekin, Cumhur Gur, A.Selam Susin, Necim Susin, Enver Okden, Zeynep Erdem, Meryem Abi û Necibe Armin jî sirgûnî girtîgehên Baybûrtê kiribûn.

Her wiha nehat zanîn ku bê ka Omer Kabûl sirgûnî kîjan girtîgehê kirine.