Li Sûrê yek ji pitik 9 kes hatin girtin
Ji birîndar û sivîlên ji Sûrê hatin derxistin 9’ên din hatin girtin, hejmara sivîlên hatin girtin gihişt 20’an. Bi Remziye Tosûn re pitika wê ya temenê xwe yek sal û nîv Berîtan Tosûn jî wê bikeve girtîgehê.

Kar û barên 19 sivîl û birîndarên ji navçeya Sûr a Amedê hatin derxistin li edliyeyê bi dawî bû.
Ji 19 kesên ku bi îdîaya, “Endamên rêxistinê ne” û “nîzama qanûnî bi zora çekê diguherin” sewqî edliyeyê hatin kirin, 8 jê zarok in.
7 zarok bi biryara ‘şertê venêrînê’ serbest hatin berdan, 12 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Ji 12 kesan yek zarok, 9 sivîl bi heman îdîayan hatin girtin.
Navê 9 kesên ku hatin girtin wiha ne: M.Ç ê 17 salî, Remziye Tosûn, Hevseroka DBP’ê ya Navçeya Rezanê Reyhan Kavak, Umît Ozkan, Denîz Ataş, Bedrî Ogûz, Cengîz Abîş, Emîne Abîş, Mehmet Can Alpaydinci.
3 kes bi şertê ‘venêrîna edlî’ serbest hatin berdan.
Ji 8 kesên ku duh sewqî edliyeyê hatibûn kirin, jê hatibûn girtin, koma yekemîn a ji Sûrê hatibû derxistin bi temamî hatibûn girtin. 19’ê Sibatê 5 kesên ku nûçegîhanê DIHA’yê Mazlûm Dolan jî di nav de ji Sûrê derketibûn. Fatma Ateş a bi birîndarî rakiribûn ambûlansê jî jiyana xwe ji dest dabû.