KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Di êrîşên AKP’ê yên li ser Şêxmeqsûdê de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Di topbarana çeteyên Ehrar El-Şam û Çeteyên El-Nusra ya li ser Taxa Şêxmeqsûd de 12 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. -
Tevî qedexeyan jî jin li kolanan in: Ne serî tewandin, berxwedan
Jinan li hember ji aliyê Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn qedexekirina mîtînga 8’ê Adarê ya di pêşengiya Platforma Jinan a li Kadikoyê îsyan kirin. -
Rojên Newrozê yên navçe û bajaran hatin eşkerekirin
Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), plansaziya Newrozê eşkere kir. -
Şopên terora dewletê ya li Cizîrê
Şopên terora çeteyên dewletê ya li Cizîrê di objektîfên me de wiha derketin. -
Li Nisêbînê rojnameger hatin gulebarankirin
Hêzên dewleta Tirk li navçeya Nisêbînê mala ku rojnamegeran dîmen lê dikişandin gulebaran kirin. Rojnamegerek ji ber parçeyê şarapnelê ji destê xwe birîndar bû. -
Li Hezexê şer dewam dike: Tîmekî taybet hat kuştin
Li Hezexê şerê ku di encama êrîşên hêzên dewleta Tirk a li ser Taxa Tûrgût Ozalê derket, bi bersivdayina hêzên YPS’ê dewam dike. -
‘Gelê Kurd dibin nimûne; qadên nû ji bo gelan vedikin’
Di panel ali Koblenzê de berxwedana gelê Kurd hat silavkirin, banga têkoşîna hevpar hat kirin. -
Polîsan êrîşî Yuksekdag û şêwirmendê wê kirin
Polîsan êrîşî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag û şêwirmendê wê Gungor kirin. -
Li ser Oremarê gerîlayan çalakiyên berfireh li dar xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên li ser artêşa Tirk ên li Oremarê agahî parve kir. -
Girtiyên PKK'yî yên li Girtîgeha Şakranê rastî êrîşê hatin
Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Şakranê tên ragirtin, rastî êrîşa îdareyê hatin. -
Nasnameya kesekî din ê li Hezexê hat qetilkirin diyar bû
Cenazeyên 3 kesên li navçeya Hezexê yên di êrîşên hêzên dewletê de hatibûn qetilkirin ji bo otopsiyê şandin Mêrdînê. Hat diyarkirin ku cenazeyek ê Azîz Akan (30) e. -
Êrîşa bi topan a li hemberî Sûrê dewam dike
Dewleta Tirk ji sibehê ve topan berdide taxên Hasirli û Savaş ên Sûrê. Ji cihê top lê dikevin dû tê. -
Hêzên dewletê avahiya HDP'ê ya Hezexê hilweşandin
Wêneyên avahiya HDP'ê ya navçeya Hezexê, ku ji ber topbarana hêzên dewleta Tirk hat hilweşandin, peyda bûn. -
Şerê li herêma Şehba dewam dike
Komên çete El Nûsra, Ehrar el Şam û yên bi wan re tevdigerin, êrîşî gundê Eyîn Deqna yê li herêma Şehba dikin. -
'Dixwazin plana şerekî di navbera Kurdan de bixin meriyetê'
Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Kamûran Berwarî destnîşan kir ku dewleta Tirk, Erebîstana Siûdî û tifaqên van hêzan, ji bo destketiyên neteweyî yên Kurdan ji holê rakin, planên şerê navbera Kurdan dikin. -
Li Hezexê êrîşên dewleta Tirk zêde bûn
Hêzên dewleta Tirk, danê sibehê top û çekên giran êrîşeke dijwar birin ser taxa Tûrgût Ozal a Hezexê. Li ser bersiva hêzên YPS'ê şer derket. -
AKP'ê Silopiya xera kir weke 'herêma bi rîsk' ragihand
Têkildarî Silopiyayê, ku ji ber êrîşên dewletê zêdeyî 400 xanî xera bûn, Desteya Wezîran biryara 'herêma bi rîsk' derxist. Biryar li Rojnameya Fermî hat weşandin. -
Ji PKK'ê mesaja 8'ê Adarê: Ji bo bihara azadiyê hîn bêhtir têkoşîn divê
PKK'ê diyar kir, ew soza afirandina jiyaneke azad a bi pêşengiya jinê dubare dikin û banga, "Meşandina têkoşîneke ku faşîzma AKP'ê ji holê rake û serketina jiyana azad diyarî civakan bike" kir. -
Şerê di navbera wehşet û rûmetê de: Cizîr!
Wehşeta ku dewleta Tirk li Cizîrê kir, bi sedan salan wê ji bîra mirovan neçe. Bandora şewitandina birîndaran bi awayekî zindî li jêrzemînên wehşetê, hînê dewam dike. -
Mehemedê Botanê qala xwe dike
Mehmet Tûnç wê êdî bi wî dengê xwe yê xurt ê bi gotina 'em nehatin ser çokan' bê bîranîn. Baş e, kî ye ev Mehemedê Botanê yê ku ji niha ve navê xwe li rûpelên dîrokê nivîsandiye? -
Ji jêrzemînan mesaja ji dewletê re: Ji we re derbasbûyî be!
Mirovên ketin hundirê jêrzemînên hînê parçeyên ji bedena mirovan lê hene, li pêşberî wehşeta bi çavê xwe dîtin gotin, "Ji mirovên li jêrzemînan hatin şewitandin re soza me ye; Ji bo her ciwanekî wê zarokekî me tevlî têkoşînê bibe. Em ê teslîm nebin." -
Berxwedana li Geverê didome
Hêzên dewletê yên li navçeya Gever a Colemêrgê bi wesayîtên zirxî êrîşî Yenîmahalleyê kirin rastî berxwedana xweparastinê hatin. -
Yek ji cenazeyên ku li Hezexê hatin dîtin aîdî Mazlûm Kapaligoz e
Nasnameya yek ji du cenazeyên ku pêr li Hezexê hatin dîtin û şandin Mêrdînê, eşkere bû. Hat ragihandin ku cenaze aîdî ciwanê bi navê Mazlûm Kapaligoz (17) e. -
Li Dûîsbûrgê çalakiya 8’ê Adarê
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê ji bo 8’ê Adarê meş hat lidarxistin. -
10 kesên li Cizîrê hatin qetilkirin li Silopiyayê hatin definkirin
Cenazeyê 10 kesên ku li Cizîrê ji aliyê hêzên delweta Tirk ve hatin qetilkirin û li Deriyê Sînorê Xabûrê yên ku nasnameyên wan nehatin teşxîskirin li Silopiyayê hatin definkirin.