BI DÎMEN

Şerê di navbera wehşet û rûmetê de: Cizîr!

Wehşeta ku dewleta Tirk li Cizîrê kir, bi sedan salan wê ji bîra mirovan neçe. Bandora şewitandina birîndaran bi awayekî zindî li jêrzemînên wehşetê, hînê dewam dike.

Wehşeta ku dewleta Tirk li Cizîrê kir, bi sedan salan wê ji bîra mirovan neçe. Bandora şewitandina birîndaran bi awayekî zindî li jêrzemînên wehşetê, hînê dewam dike. Gelê Cizîrê yê xemgîn û bi hêrs e, tevî dorpêçiyê jî dibêje "Em ê serî netewînin, yekîtiya xwe xurt bikin."

Ji ber topbaranê, gelek taxên Cizîrê ji holê rabûne. Nivîsên bi navê 'JOH, POH, ÇOH' ên nîjadperestî yên li ser dîwaran, hêrsa Cizîriyan zêdetir dikin.

'EW Ê BIQEDIN'

Em di destpêkê de berê xwe didin taxa Cûdî, cihê jêrzemîna wehşetê. Li vê derê dengê tilîlî, nalîn û dirûşman bilind dibe. Gel gotinên mirovên bi saxî ji jêrzemînê rizgar bûne vedibêje; "Mehmet Tûnç moralê dide hevalên xwe yên bi giranî birîndar bûne. Li hemberî yên banga 'teslîm bibin' dikin, dibêje, 'Gelo Xeyrî, Kemal teslîmî darbekarên 12'ê Îlonê bûn, ku em teslîm bibin'. Mirovên li vê jêrzemînê man, heta nefesa xwe ya dawî dirûşma 'Bijî Serok Apo' qîriyan."

Li jêrzemîna yekemîn a wehşetê, destê rastê yê yek ji kesên bi şewitandinê hat qetilkirin, hînê li erdê ye. Jin li ser vî destê bûye kulm, digirîn û li dijî wehşeta hikûmeta AKP'ê îsyanê dikin; 'Wan nikarîbûn me biqedînin, lê ew ê biqedin'.

Kolanên vê taxê bi erdê re bûne yek. Mirovên vê rewşe dibînin, bi hêrseke mezin nerazîbûnê nîşan didin.

PÎSIYÊ DEWLETÊ LI SALONA GEL E!

Malbatan dan xuyakirin tîmên tevgera taybet ên dewleta Tirk, eşyayên li malan bi zanebûn şewitandin, şikandin û got, "Qîma xwe bi vê jî nanîne, rabûne televîzyon birine banyo û li ser wê xwe şuştine. (...) Li ser dîwarê salonê nivîs nivîsandine. Wekî din li nava salonê pîsî kiriye û çetel û kêr di nav de bicihkirine! Yên ku şandine Cizîrê, şopdarên Cengîzhan in."

Ji sedî 70 ê navçeyê ji ber êrîşên tank û topên xera bûye. Tevî vê yekê jî li derve mirovekî bi tenê jî nîne. Ev yek ruhê piştevaniyê nîşan dide. Ji bo tedarikkirina erzaq û pêdiviyên rojane, rêveberiyên herêmî û gelek sazî ketine nava tevgerê.

'BILA KES NE LI BENDÊ BE KU EM TESLÎM BIBIN'

Malbatan anîn ziman, dewlet ji bilî komkujiyê serî li ti rêyê nade û destnîşan kirin, mîna sala 1992'an ku nikarîbûn serhildana Cizîrê têk bibin, berxwedana xwerêveberiyê jî nikarîbû bişikîne. Cizîrî nerazîbûnê nîşanî welatên Ewropayê didin, ku li pêşberî vê hovîtiyê bêdeng in. Cizîrî dibêjin, "Di şexê gelê Cizîrê de xwestin tevahiya Kurdan qetil bikin. Bêdengiya welatên dibêjin demokratîk li cem wan heye, tê wateya hevpariya wan. Eger ew jî mîna dewleta Tirk difikirin, hingî xwe dixapînin; Gelo Kurdna li Şengal û Kobanê serî tewandin? Bi gotinên Mehmet Tûnç re jî hat nîşandan, ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd wê jiyaneke bêrûmet qebûl neke. Ji niha û pê ve jî bila kes ne li bendê be; em ê ti carî teslîm nebin."

CENAZEYÊN LI MORGAN TÊN TEŞXÎSKIRIN...

Cenazeyên li morgan yek bi yek tên teşxîskirin û li Cizîrê bi merasîman tên veşartin. Malbatên zarokên xwe nedîtine bi fikar in ku zarokên wan di binê xirbeyên avahiyan de ne. Em dibihîzin ku gelek cenazeyên hatine şewitandin, bi hev ve ne. Tê gotin, bedenên Berjîn Demîrkaya û Sakîne Şîray ên li jêrzemîna wehşetê bûn, bi hev ve heliyane."

JI NÛ VE AVAKIRIN

Mirovên dixwazin vegerin Cizîrê li pêşiya bajêr bi tundî tên kontrolkirin û bi vî rengî dikarin derbas bibin. Bi deh hezaran mirovên xwe gihandin bajêr cihê xwe di nava komîsyonan de girtin û hewl didin pêdiviyên jiyanî tedarik bikin. Tevî ku wehşeteke giran bi serê wan de hat jî, gel bi rêxistinbûyîna xwe re ji nû ve dest bi xebatên avakirinê kir.

Em çend wêneyên ji wehşet û dîmenên piştî wehşêt bi we re parve dikin: