Li Hezexê êrîşên dewleta Tirk zêde bûn

Hêzên dewleta Tirk, danê sibehê top û çekên giran êrîşeke dijwar birin ser taxa Tûrgût Ozal a Hezexê. Li ser bersiva hêzên YPS'ê şer derket.

Hêzên dewleta Tirk, danê sibehê top û çekên giran êrîşeke dijwar birin ser taxa Tûrgût Ozal a Hezexê. Li ser bersiva hêzên YPS'ê şer derket.

Dagirkerî û terora dewleta Tirk a li navçeya Şirnex Hezexê, di roja 19. de ye. Hêzên dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser taxa Tûrgût Ozal vê sibehê dijwar kirin.

Ji tank û maşînên zirxî yên li gundê Dîrseklî bi cih bûne, êrîş li hemberî taxê tê kirin. Li ser bersiva hêzên YPS'ê şer derket. Hat ragihandin, şerê li herêmê dewam dike.