Tevî qedexeyan jî jin li kolanan in: Ne serî tewandin, berxwedan
Jinan li hember ji aliyê Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn qedexekirina mîtînga 8’ê Adarê ya di pêşengiya Platforma Jinan a li Kadikoyê îsyan kirin.
ANF
STENBOL
yekşem, 6 adarê 2016, 15:29
Tevî mîtînga bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ya li Kadikoyê ji aliyê Walîtiya Stenbolê hat qedexekirin jî jinan berê xwe dan Qada Îskele ya Kadikoyê. Di çalakiyê de jinan peyama; “Jin ne serî tewandinê, berxwedanê hildibijêre” dan.
Jinan li hember ji aliyê Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn qedexekirina mîtînga 8’ê Adarê ya di pêşengiya Platforma Jinan a li Kadikoyê îsyan kirin.
Jinan bi alên xemrî û wêneyên jinên ku bi şîdeta zilam-dewletê hatine qetilkirin herikîn Qada Îskele ya Kadikoyê, rastî şîdeta polîsan hatin. Polîsên bi guleyên plastîk êrîşî jinan kirin, du jin bi derbkirinê binçav kirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku ew jî ji bo piştgiriyê hatibû ber Peykerê Ga, rastî êrîşa polîsan hat. Şêwirmendê Yuksekdag Sitki Gungor ji ber xwest êrîşê asteng bike, bi derbkirinê hat binçavkirin. Gungorê demkurtî hat binçavkirin, piştre serbest hat berdan.
Jinan ji Sûka Kadikoyê û Şeşrêyê heta Operaya Sureyya bi pankartan û dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” meşiyan. Jinên gihiştin Operaya Sureyya li vir govend gerandin, li ser navê jinan Gunay Demîrbaş daxuyaniya hevpar xwend.
Demîrbaş got, “Em zîhniyeta zilam a ku jinê dijmin, laşê jinê qada dagirkirinê, şer jî wek tecawizê dibînê baş dinasin! Jin ne serî tewandinê, berxwedanê hildibijêre” û wiha got: “Jinên ku li hember vê şîdeta zilam-dewletê xweparastina xwe ava dike, jiyana xwe diparêze hene. Jinên ku jiyangehên xwe naterikînin û li ber xwe didin, nahêlin şêwazê jiyana wan ji destên wan bên girtin, tevî hemû tehdîdan jî serî li hember jiyanek mûhafakar natewînin, yên li şûna bên kuştin dikujin, ji bo xwedî li keda xwe derkevin tevî hemû zextan jî dikevin grevê, yên xwe bi rêxistin dikin hene.”
Demîrbaş herî dawî wiha got: “Em li ser vê axê û li tevahî cîhanê, bi berxwedanê 8’ê Adarê pêşwazî dikin!”
Piştî daxuyaniyê, polîsan bi guleyên plastîk êrîşî jinan kir.