Li Nisêbînê rojnameger hatin gulebarankirin

Hêzên dewleta Tirk li navçeya Nisêbînê mala ku rojnamegeran dîmen lê dikişandin gulebaran kirin. Rojnamegerek ji ber parçeyê şarapnelê ji destê xwe birîndar bû.

Hêzên dewleta Tirk li navçeya Nisêbînê mala ku rojnamegeran dîmen lê dikişandin gulebaran kirin. Rojnamegerek ji ber parçeyê şarapnelê ji destê xwe birîndar bû. 

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê nûçegihana JINHA'yê Zehra Dogan û nûçegihana ajansa wêneyan a FÎFA'yê ya Fransayê ya navê wê nehat hinbûn mala ku dîmen lê dikişandin ji aliyê hêzên dewletê ve bi çekên otomatîk ve hatin gulebarankirin. 

ROJNAMEGEREK JI DESTÊ XWE BIRÎNDAR BÛ

Rojnameger demeke li malê asê man û piştî ku gulebaran rawestiya ji malê derketin. Hate hinbûn ku rojnamegerê navê wî nehat hînbûn ji ber parçeyê şarapnelê ji destê xwe birîndar bû.